REWŞA DÎPLOMATÊ KURD
NÛNERÊ RÊVEBERIYA XWESER EV 63 ROJ IN DI DESTÊ PDK’Ê DE GIRTÎ YE
Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, girtin.
29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan.
Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.
Heta vê kêliyê jî rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji PYD`ê û Rêveberiya Xweser re diyar nekirine.