ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
HÊZÊN DAGIRKER GUNDÊN ŞÊREWA TOPBARAN KIRIN
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker gundê Meyasê û derdorê gundê Birc Qas yên navçeya Şêrewa a girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî, bi obîsan tobparan dike.
Der barê xisara ji ber topbaranê çêbûye agahiyeke zelal nehat bidestxistin.
Di demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî navçeyên Eyn Îsa û Til Temir û herêma Efrînê, zêde kirine.