LI CENEVÊ NÛNERTIYA RÊVEBERIYA XWESER HATE VEKIRIN
BEDRAN ÇIYA KURD: JI BO GELÊ ME VEKIRINA NÛNERTIYÊ GAVEKE ERÊNÎ YE
Dimerasima vekirinê de ji hikumeta Swîsreyê û siyasetmedarên Swîsreyî û Sûrî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl de amade bûn.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd jî di merasimê de amade bû.
Di merasima vekirinê de Çiya Kurd vekirina nûnertiyê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Kurd behsa vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê kir û wiha domand:
“Wê ev nûnertî di navbera me û gelê Swîsrê de bibe pirek. Pêwîst e nûnertiyên Rêveberiya Xweser li her cihî hebe.”
Çiya Kurd destnîşan kir ku wê nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê ji bo parastina destkefiyên gelên herêmê xebatê bide meşandin.
Kesên başdarî merasimê bûne jî bi axaftinên xwe ve vekirina nûnertiyê pîroz kirin.