ROJNAMEVAN HUSEYÎN DENÎZ
DI 29. SALVEGERA ŞAHADETA XWE DE HAT BIBÎRANÎN
Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê hat bibîranîn.
Di merasima bîranînê de li gel malbata Denîz nûnerên rêxitinên mafên mirovan û civaka sivîl amade bûn.
Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan di merasimê de axivî
Ziya Çalişkan diyar kir ku di ser qetilkirina Denîz re 29 sal derbas bûne û got:
“29 sal berê Hevalê Huseyîn hat qetilkirin. Hevalê Huseyîn nehat jibîrkirin, lê yên wî kuştin hatin jibîrkirin.
Ji bo siberoj xweştir bibin nivîs nivîsîn. Nazim Babaoglû, Denîz Firat û gelekên din jî bi heman awayî têkoşiyan.
Kesên Huseyînekî kuştin, bîr nebirin dê bi hezaran Huseyîn û rojnamevan bên.”
Di merasimê de nûnerên saziyên sivîl û rojnamegeriyê jî bi axaftina xwe ve bal kişandin ser têkoşîna Huseyîn Denîz û ew bibîr anîn.