HEVSEROKÊ ÎHD’Ê OZTURK TURKDOGAN:
HETA OCALAN LI ÎMRALIYÊ BE PIRSGIRÊKA KURDÎ ÇARESER NABE
Saziyên mafên mirovan û hiqûqê di 29’ê tîrmehê de ji bo serbestiya Rêber Apo serî li Konseya Ewropayê xistin.
Saziyan xwest cezayê muebeta giran were bidawî kirin.
Derdorên xwedî wijdan û nûnerên saziyên demokratîk jî dibêjin; dem ew dem e ku Rêber Apo azad bibe.
Hevserokê Komela Mafê Mirovan ÎHD’ê Ozturk Turkdogan der barê, serlêdana li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji ajansa mezopotamya re axivî.
Turkdogan rêbaza cezakirina Rêber Apo wekî “rêbaza cezayê mirinê yê dirêjkirî û îşkenceyê” pênase kir û ev nirxandin kirin:
Dewlet wisa difikire ku wê bi şer, tunekirin û girtinê meseleya kurdî çareser bike.
Tam di vir de rol û rista Abdullah Ocalan derdikeve pêş.
Axirê heya niha li Tirkiyê 8 caran agirbest hatiye ragihandin.
Di hemû agirbestan de îqtidarên siyyasî yên Tirkiyeyê û dewlet diyalog bi ocalan re danîne.
Ji ber ku ji diyalogan tu encam rû nedane, şer girantir bûye û hê jî didome.
Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin.
Turkdogan destnîşan kir ku wê serlêdana ji bo Komîteya Wezîran heta 3 mehan bişopînn ka gavek davêje yan na û diyar kir ku wê li gorî rewşê bikevin nav liv û tevgerê.