8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN KEDKAR A CÎHANÊ
LI JÎNGEHA ŞARISTANIYÊ SITRAN Û AWAZÊN JINAN WÊ OLAN BIDIN
Hewa êdî germ dibe û bêhna biharê tê.
Qadên pîrozbahiyan jî germ dibin.
Konserên Amîdayê wê van qadan germtir bikin.
Konsera di dorê de bi temaya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê amadekirin.
Di konserê de hunermendên jin distrên û hunera xwe pêşkêş dikin.
Bi organîzasyona Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Ma Muzîk van konseran lidar dixe.
Konserên ku ji Şikeftên Hesûna yên Farqînê di meha cotmaha 2020’an de dest pê kir, bi rêzê li Keleha Zerzevanê, navçeya Gêl û navçeya Sûrê ya dîrokî berdewam kir.
Di her konserê de hunermendên cuda û konseptên cuda cih digirin.
Rojnamevan Bîlal Guldem çend dîmen ji konserê amade kiriye.