Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şefê rejîma tirk behsa ‘edaletê’ kir, lê êrişên li dijî kurdan û derdorên muxalif ji sînoran derbas bûn 03.03.2021

 

ŞEFÊ RÊJÎMA TIRK BEHSA “EDALETÊ” KIR
LÊ ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN Û DERDORÊN MUXALÎF JI SÎNORAN DERBAS BÛN

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê siyaseta qirkirina gelê Kurd a bi dehê salane dewam dike, di serdema desthilatdariya AKP û Erdogan de ji sînoran derbas bû..

Bi taybet ji Tîrmeha sala 2015’an ve..

Bi hezaran siyasetvanên Kurd ku parlementer û şaredar jî di nav de ne, tenê ji ber raman û daxuyaniyên xwe îro li zindanên ne..

Bi dehan rojanemavan jî…

Heman bêjin tevahiya şaredariyên gelê Kurd ku bi dengê mîlyonan hatin bidestxistin, îro dagirkirî ne.

Zimanê Kurdî bi her awayî qedexe ye…

Şefê rêjîmê di her fersendê de bi gotinên “Yek dewlet, yek milet û yek al” gefa qirkirinê li Kurdan û kêm netewên din dixwe.

Bi hukûmet, artêş, dadgerî, ragihandin û hemû saziyên xwe êrişî nirxên Kurdan û nûnerên wan ên rewa dikin..

Herî dawî bi fermana Erdogan û Bahçelî di van rojan de amadekariyên girtina HDP’ê têne kirin..

Tam di wexteke wiha de şefê rêjîmê Erdogan derket pêşberî çapemeniyê û xwe weke parêzvanê edalet û mafên mirovan nîşan da..

Erdogan di bin navê “plana mafê mirovan” de qaşo reforên destûra bingehîn eşkere kir..

Heman bêjin hemû xalên ku Erdogan behsa wan kirin berovajî rastiya siyaset û kirinên rêjîma wî ne..

Weke mînak:

Şefê rêjîma Tirk di xala pêşî ya plana xwe de îdîa kir ku her mirov ji dema dayîkbûnê bi mafên xwe re dijî û erka dewletê jî parastina wî ye:

Îdîayên Erdogan wiha bû lê rastî jî ev e:

Tenê di serdema desthilatdariya AKP’ê de bi deh hezaran Kurd tenê ji ber ku daxwaza mafên xwe ên rewa kirin niha di zindana de ne.

Erdogan di axaftina xwe de behsa wekheviya ziman, ol, nijad û cinsiyeta mirovan jî kir:

Lê heman Erdogan ji roja bûye desthilatdar li ser şopa Hîtler, ti carî gotinên “Yek ziman, yek, milet, yek al û yek dewletê” li ser zimanê wî kêm nebûye.

Eşkere ragihand ku ew ê rê nedin perwerdiya bi zimanê dayîkê.

Bi hezaran Kurd tenê ji ber axaftina bi zimanê xwe îro girtî ne.

Di serî de meclis li ti deverên fermî destûra yek gotina Kurdî jî nayê dayîn

Li bajarên Kurdan Efrîn û Serêkaniya dagirkirî, zimanê Kurdî bi temamî hatiye qedexekirin û li şûna wê siyasetên Tirkkirin û Erebkirinê têne meşandin..

Erdogan xwe weke parêzvanê mafê zarok û jinan nîşan da, lê ji bîr kir ku wî bi xwe ev ferman kuştina bi sedan zarok û jinên Kurd daye.

Û fermandarên wî li Roboskî bedena 34 zarokên Kurd perçe kirin.

Etdogan îdîa kir ku di palan wî de dadgerî bi temamî serbixwe ye..

Lê bi salan bi fermanên wî dadger û dozgerên Tirk biryarên girtina bi hezaran Kurdî dane.

Tişta herî sosret di axaftina Erdogan de jî ev bû:

Ti mirov ji ber gotin û fikrên xwe wê ji mafê azadiyê bê par nemîne..

Dema Erdogan ev axaftin dikir, dadgeriya wî cezayê zindanê li dayêkên Kurd

Meryem Soylû ya 79 salî Xatûn Aslan a 71 salî birîn.

Û gelek nûmneyên wiha yên rastiya dirûtiya Erdogan û rêjîam wî radixin ber çavan îro li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hene..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv