Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cûmalî Dogan: Berxwedana li dijî qirkirinê 03.03.2021

 

CÛMALÎ DOGAN / WELAT
BERXWEDANA LI DIJÎ QIRKIRINÊ

Êrîşên qirkirina fizîkî yên li Kurdistanê tên kirin, tenê bi qetlîamên bi top, tank, balafir, şûr, gazên jehrî û koçberkirinê nayên kirin. Li her dera Kurdistanê bi qirkirina jin, ciwan û zarok tên qirkirin û her wiha bi nexweşiyên şewbê jî komkujiyan pêk tînin. Dîrok, kevneşopî, nirx û baweriya kurdan jî di hedefa êrîşên qirkirinê de ne. Ji aliyekî ve, bi polîtîkaya qirkirinê dixwazin civakê bi tevahî ji rastiya wê dûr bixin û bikin kole, ji aliyekî ve jî xwezaya ku mirov pê bûne civak qir dikin. Qetilkirina xwezayê tenê ne qetilkirina dewlemendî, xweşikiya wê û xerakirina hevsengiya wê ye, her wiha pê re berhemên mirov/civakê ji holê tên rakirin. Qirkirina siyasî jî ji bo temamkirina van hemû qirkirinan, tê kirin. Bi êrîşên qirkirina siyasî dixwazin îradeya gelê Kurdistanê bişikînin û koletiyê pê bidin qebûlkirin.

Civaka Kurdistanê, bi van hemû aliyan ve bi tevahî dane ber qirkirinê. Bi vî awayî, belkî jî êrîşên wisa li gelê Kurdistanê tên kirin ku li cîhanê nehatine dîtin.

Lê belê gelê Kurdistanê li hemberî van êrîşan li ber xwe dide. 200 sal in ev berxwedan didome. Carna serî rakiriye, carna vekişiyaye çiyayan, carna jî di nav êrîş û zextên herî dijwar de wek pizotekî agir di nav xwe de şewitiye û li ber xwe daye. Bi pêngava Rêber Apo ya dîrokî, ev pizot veguherî agirekî geş û li serê çiyayan cîhan ronî kir.

Sedema bingehîn a êrşên qirkirinê yên dewleta TC’ê ya faşîst û mêtinger tefandina vî agirî ye ku cîhanê ronî dike. Bi ti awayî jî nikare armanca xwe bibe serî.

Dewleta TC’ê ya qirker xwest bi êrîşên xwe yên tunekirinê yên 200 salên dawî, hem fizîkî hem jî çandî gelê Kurdistanê bi tevahî ji holê rake û tu tiştekî li ser navê wî li vê erdnîgariyê nehêle. Hedefa wê ew bû ku bi êrîşên qirkirinê nehêle li Kurdistanê berxwedana neteweyî bi pêş bikeve û herêm bi herêm bi dagirkerî, polîtîkayên asîmîlasyonê û mêtingeriya aborî û çandî, gelê Kurdistanê bi tevahî tine bike. Bi gotina ‘Kurdistan xeyalî li vê derê binaxkirî’ ye xwestibû vê mayinde bike. Lê belê negihîşt armanca xwe.

Bi berxwedana PKK’ê ya 50 salên dawî, bi zelalî diyar bû ku dewleta TC’ê ya qirker wê nikaribe bigihîje armanca xwe. Tenê ne ev, her wiha bi berxwedanê, gel bû xwedî ruh û çandeke nû û bi vî awayî agirê berxwedana PKK’ê li serê çiyayan her vêketî ma.

Îro roj, agirê vê berxwedanê li hemberî êrîşên qirkirnê yên dewleta TC’ê ya faşîst vêketî ye û her diçe li her dera jiyanê geş dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv