Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

25’Ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdetê

 

Emê niha jî beşa 2’an a daxuyaniya Kordînasyona KJK’ê bînin ser ekranên we.
Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya bi boneya 25’ê mijdarê de giranî da girîngiya avakirina pergala jinê.
KJK’ê dibêje: Em ne tenê li dijî zextan xwe birêxistin dikin.
Em ji bo azadî, ji bo jiyanek azad ji bo azadkirina jiyanê an go ji bo şoreşê xwebirêxistin dikin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETÊ:
KOORDÎNASYONA KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ DAXUYANÎ DA.

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê KJK biboneya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê daxuyaniyek da û îşaret bi girîngiya avakirina pergala jinê kir.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser têkoşîna jinan a li cîhanê û vê nirxandinê dike.

Baviksalarî hêza xwe ji sîstemê ji modernîteya kapîtalîst digire.

Têkoşîna azadiya jinê jî divê xwe bispêre hişmendiya azad, pergala konfederal a jinê û modernîteya demokratîk.

Divê em tecrûbeyên xwe, aqil, hişmendî, mîrate, xeyal, perspektîf û formên têkoşînê bikin yek û dest bi pêvajoyek nû bikin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETÊ :
KJK: PÊWÎSTÎ BI SÎSTEMEKE NÛ YA JINÊ HEYE.

KJK dibêje hêza serdest herî zêde ji jina birêxistinkirî ditirse û vê nirxandinê dike.

Divê demê de, derfetên pêkanîna şoreşa jinê ji her demê zêdetir e.

Pêwîstî pê heye, têkoşîna xwe pêş ve bibin, gavên nû bavêjin.

Ne tenê têkilî û koordînasyona hevpar, pêwîstî bi sîstemeke nû ya jinê heye.

KJK dibêje, dema têkoşîna azadiya jinê xwe ji aliyê rêxistinî, îdeolojîk ve spart sîstema xwe ya xweser wê demê dikare sîstema mêr a serwer têk bibe û vê dibêje:

Armanca me ne tenê lawazkirina sîstema mêr e, dem hatiye em dawî li vê sîstemê bînin.

Dem dema azadiyê ye , dem ew dem e li her devera cîhanê têkoşîna şoreşgerî ya jinê bihûnin, bi rêxistin bikin û mezin bikin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETÊ :
KJK: EM NE TENÊ LI DIJÎ ŞÎDETÊ, JI BO JIYANEKE AZAD XWEBIRÊXISTIN DIKIN.

Koordînasyona komelên jinên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de vê bangê di serî de jinên Kurd li jinan hemûyê dike.

Em bang li jinên li azadiyê digerin, avaniyên rêxistinî, tevger û rêxistinên jinan ên li çar hêlên cîhanê dikin pergala têkoşîna mîsogerkirina serdema şoreşa jinê bi hev re ava bikin.

Bi navê jinên cîhanê em konfederalîzma xwe ya demokratîk ava bikin û pêşî li her cûre êrişên mêr bigirin.

Têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin, li dijî êrişan xweparastina xwe bihêz bikin, li dijî sîstema baviksalar, sîstema konfederal a jinê ava bikin.

KJK di dawiya daxuyaniya xwe de ji hemû jinan xwest 25’ê mijdarê dakevin qadan û çalakiyên bibandor li dar xibin û vê daxwazê ji jinan kir.

Em bang li jinên Kurd ên li Kurdistan û dervewî welat dikin li dijî pergala qirker sekneke bihêz nîşan bidin, pêla berxwedanê mezin bikin.

Ne tenê li dijî zextan, jin xwe ji bo azadiyê birêxistin dikin, ji bo jiyaneke azad, ji bo azadkirina jiyanê, an go ji bo şoreşê em xwebirêxistin dikin, têdikoşin, li ber xwe didin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv