Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê

 

 

KJAR’ê derbarê 25’ê mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ragihand ku li dijî rejîmên dijminatiya jinan dikin ewê têkoşînê geştir bikin

ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ :
KJAR: LI DIJÎ REJÎMÊN DIJMINATIYA JINAN DIKIN EM Ê TÊBIKOŞIN.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li ser Jinê daxuyaniyek da.

KJAR’ê xeta berxwedanê ya jinan a ku ji Xwişkên Mîrabel destpêkir silav kir.

KJAR di daxuyaniyê de balê dikşîne ser êrişên li dijî jnan û vê nirxandinê dike.

Di sala 2021’an de li hemberî şer, şîddet û qirkirinê têkoşîneke mezin tê dayîn.

Lê êrişên qirkirinê li ser esasê qirkirina jinan û qirkirina civakê didome.

Texrîbata şerê qirkirinê herî zêde di dijminatiya li ser jinan de tê dîtin.

KJAR’ê destnîşan kir ku Rejîma Îranê ya mêtinger tecawiz û şîddeta li ser jinan meşrû dike û wiha got;

Li Rojhilatê Kurdistanê li ser jinan û gelan feraseteke zordestiyê tê ferzkirin.

Li her dera dinyayê zarokên keç û jin dibin hedefa hêzên dewletê dene.

Lê divê jin li hemberî van polîtîkayên qirêj serî hilde.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser dewleta Îranê jî.

Têkoşîna me KJAR’ê, ji bo xurtkirina jinan û ji bo hilweşandina feraseta faşîst a rejîma Îranê ye.

Em dibêjin ku rizgariya civakî bi şoreşa ferasetê dikare pêk were.

Rejîma mêtinger a Îranê ne bi tenê di dema şewbê de bi giştî jî bi polîtîkaya terora zordest êrişî jinan dike.

Li girtîgehan êşkenceya li ser jinên Kurd û girtiyên siyasî jî bi awayekî tê veşartin.

KJAR’ê di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ev bang kir.

Kurd, Ereb, Faris, Azerî, Belûc û Efgan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyan dikin ku divê bizanibin ev çalakî ne bi tenê ji bo jinan e di heman demê de ev çalakî ji bo gelên bindest e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv