Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ber bi 25’ê Mijdarê ve

 

 

 

 

Ji 25 mijdarê re 2 roj man.
Ji bo balê bikişînin ser şîdetê û pergala şîdetê avadike, mêr dewletê jinan ev demeke dest bi çalakiyên xwe kirin.
Jin ji doh ve li qadan e, li Hezexê, Colemêrgê, Batmanê, Wanê û Stenbolê çalakîrin.

BER BI 25’Ê MIJDARÊ VE :
JIN LI BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKIYÊ DI NAVA ÇALAKIYAN DE NE.

Çalakiyên 25’ê Mijdarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê didomin.

Jin li her derê li dijî her cûre tundiyê banga mezinkirina têkoşînê dikin.

Li Hezexê bi peyama Xweparastin maf e ne sûc e çalakiyek pêk hat.

Jinên Hezexî li kolana Turgut Ozal li bazarê, bi zincîra xemrî meşiyan û berxwedana jinên girtî silavkirin.

Li Colemergê jî jinan bi wesileya 25’ê Mijdarê daxiyaniyek dan.

Jinan got heya tundiya mêr dewletê ya li dijî jinan bi dawî nebe ew ê dest ji qadan bernedin.

Li Wanê jî li eywana Tahir Elçî bi wesileya rojê panelek hat lidarxistin.

Tevî nûner û saziyên jinan gelek jin tevlî bûn.

Meclîsa Jinan a HDP’ê jî bi şîara li dijî şer taciz û tecawizê têkoşîn li her derê ye li Colemergê li ser pira Ciwanan pivdank firandin.

TJA li Batmanê jî ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê li kolanan belavok belav kirin.

Çalakiyek din li Stenbolê ji aliyê platforma jinan a Avcilarê ve pêk hat.

Li vir banga beşdarbûna meşa li Taksîmê hat kirin û hat gotin Serhildana wan a li dijî tundiya mêr neqediyaye û wê berdewam bike.

Çalakiya jinên karker ên ji bo bicihanîna daxwazên Peymana Karên Kolektîf ev nêzî mehekê li ber Şaredariya Bakirkoyê didome.

Li vir jî bi rasthatina 25’ê Mijdarê xebata atolye hat lidarxistin.

Jinan li vir peyama hevgirtin û têkoşînê da.

Platforma Jinê ya 25’ê Mijdarê jî bi dirûşma “Raperîna me ya li dijî tundiya mêr-dewletê neqediyaye, mezin dibe” îşev saet di 20.30’an li ser medya dîjîtal çalakiya hashtagê li dar dixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv