Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin’ 12.12.2020

Di operasyonên ku ji sala 2015’an heya niha li hemberî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatine kirin de, 16 hezar ciwan hatine binçavkirin. Ji van ciwanan 5 hezar jê hatine girtin. Parlementer Dersim Dagê anî ziman ku dê kes nikaribe bi operasyon, zext, tahde û girtinan pêşî li ber ciwanan bigire.

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û tên girtin. Lê belê cardin jî ciwanan li hemberî polîtîkayên zext û zoriyê yên îqtidarê dest ji xebatên xwe bernedane û bênavber didomînin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Endama desteya Rêvebir a Meclîsa Ciwanan Dersim Dag, operasyonên li dijî ciwanan tên kirin nirxandin.
Dag, anî ziman ku muxalefetiya ku HDP dike qad li îqtidarê teng kiriye û bi têkoşîna xwe rola muxalefeta sereke dilîzin. Dag, diyar kir ku di serdema herî bihêz a îqtidara AKP’ê de jî dev ji helweta xwe bernedane û wê tu carî jî paş de gav navjin. Dag, bilêv kir ku nexasim ji sala 2015’an heya niha her kesê ku li gor wan hereket nake krîmînalîze dikin û di vê çarçoveyê de hewl dide HDP’ya ku dengê milyona ye krîmînalîze bike, lê belê hewldana wê hewldaneke bêhûde ye. Dag got: “Gel baş dizane bê kî trorîst e, kî diz e, kî kujerên jina ye û kî tecawizkaran diparêze.”
JI BO HELWESTEKE ZELAL BANG LI MUXALEFETÊ KIR 
Dag, destnîşan kir ku îqtidara AKP û MHP’ê ji bo HDP’ê bêbandor bike û li her derî wê biqedîne êrîşan dibe ser HDP’ê û di vî warî de bang li muxalefetê kir: “Muxalefet jî divê wekî HDP’ê li hemberî liv û tevgerên îqtidarê xwedî helwesteke zelal be.”
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET 
Dag, destnîşan kir ku xebatên meclîsên ciwanan encam girtine, lewma bûne hedefa êrîşan û got: “Ji bo mirov vê yekê fêm bike bê çima meclîsa me ya ciwanan hedef tê girtin, divê mirov li xebatên meclîsê mêze bike. Meclîsa ciwanan nexasim li dijî ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanên kurd, li dijî taciz, tecawiz, tiryak, fuhûş û asîmlasiyonê tevdigere. Li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê li dijî ciwanan polîtîkayên şerê taybet xistine dewrê û ev yek bi awayekî sîstematîk tê kirin. Li Êlihê bûyera Îpek Erê, li Kercosê bûyera tecawiz û îstismarê, li Dersimê Gulîstan Dokû, li Colemêrgê kuştina Ozcan Erbaş, li Îzmîrê kuştina Şerîf Coşkûn ev hemû qurbanên van polîtîkaya ne. Bi sedan ciwanên me bûne qurbanê can polîtîkayan. Îqtidar, dixwaze di şexsê ciwanan de pêşeroja civakê tarûmar bike û birizîne. Meclîsa me ya ciwana bi xebatên xwe li ber van polîtîkayan radibe, lewma dibe hedefa zext û zoriyan.”
BÊHÛDE YE 
Dag, destnîşan kir ku ji sala 2015’an heya niha 16 endamên meclîsa ciwanan hatine binçavkirin û ji vana ji 5 hezarî zêdetir ciwan hatine girtin û bi taybetî jî di 10 mehên ewil ên sala 2020’an de ji 160’î zêdetir endamên meclîsa ciwanan hatine binçavkirin, hatine revandin û sîxurtî li wan hatiye ferzkirin. Dag got: “Ciwan, dînamîzm, mêjî û pêşeroja civakê ye. Îqtidar hay ji vê yekê heye û lewma dixwaze bi polîtîkayên zext û zoriyê ciwanan bitepisîne. Bi van polîtîkayên xwe dixwaze têkoşîna gel qetûber bike. Têkoşîna me li ser asasê ciwantiyê xwe birêxistin dike. Kesên dixwazin têkoşîna me ya rêxistinbûyî lawaz bikin, ciwanan hedef digirin. Lê ev hewldaneke bêhûde ye.”
‘DI FERHENGA HDP’Ê DE TEPISANDIN TUNE YE’ 
Dag got: “Ji wantirê dê bi zextan, bi girtin û qeyûman me biqedînin û çok bidin şikandin. Lê belê ne di ferhenga vî gelî de ne jî di ferhenga partiya me de çokdanîn û tepisandin tune ye. HDP, tenê ne avahiyên partiyê, ne kesên bijartî ye. HDP, vîna bi milyona ye.”
BANGAWAZÎ
Dag, di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê her tim bitêkoşin. Di serî de ciwan û bi giştî tevahiya gelê me, divê li dor partiya me bibin xelek û têkoşînê bilindtir bikin. Ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo azadiya gel dem dema têkoşînê ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv