Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtîgeha Jinan a Amedê kirine ‘mala zilmê’ 12.12.2020

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin têkildarî asta binpêkirinan gotin: “Nefesa ku em digirin jî bi hinceta şewba vîrûsa koronayê bi rêbazên burokratîk dixwazin asteng bikin.” Di mehekê de 313.74 TL fatureya elektirîkê li wan birîne.

Binpêkirinên mafan ên di demê şewbê de li Girtîgeha Jinan a Amedê zêdetir bûye, fatureya elektirîkê jî li girtiyan dibirin. Jinên ku bûyer û binpêkirinên li dijî wan bi rêya nameyekê ji bo Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn re nivîsandin, diyar kir ku li qawîşa A-12 a lê tên ragirtin di meha Mijdarê de 313.74 TL fatûreya elekirîkê li wan birîne. Nameya ku navê 11 girtiyên îmzeya wan li bin, îşaret bi wê yekê kir ku bi taybet demê şewbê de pêkanînên ne ji demê 12’ê Îlon cudatir tên pêkanîn.

‘NEFESA KU EM DIGIRIN BI HICETA ŞEWBÊ DIXWAZIN ASTENG BIKIN’

Girtiyan anî ziman ku di bin navê tedbîran de nêzîkatiyên rûmeta mirovan dişkîne û mafê wan tine tê hesibandin tên kirin û got: “Nefesa ku em digirin jî bi hinceta şewba vîrûsa koronayê bi rêbazên burokratîk dixwazin asteng bikin.”Girtiyan diyar kir ku cihên hevpar ên karanînê bi mehan in ji çalakiyên civakî û bikaranînê re hatine qedexekirin; hevdîtinên girtî jî daxistine yek kesî, li aliyê din hevdîtina bi parêzeran a girtî re jî tên guhdarkirin.

Girtiyan di nameya xwe de bal kişandin ser van xisûs û binpêkirinan:

HEFTEYÊ ROJEK DOXTOR HEYE

“Bi hinceta şewbê mafê me yek bi yek tê xespkirin, tevî ku gelek hevrêyên me yên nexweşên kronîk jî hene hefteyê rojekê doxtor li revîrê ye. Tevî rewşa lezgîn jî dema bang 112 Servîsa Lezgîn dikin tevî ku 5 deqeyen li nexweşxaneya pêşberî girtîgehê ye 30-40 deqeyan şûnde tê.

Dema sewqî nexweşxane û dadgehê dibin du kelepçe tên bikaranîn. Her du destan kelepçe dikin û piştre jî du mirovan bi hev ve bi kelepçeyê kelepçe dikin. Ev pêkanîn bi qasî şikandina rûmetê, pîvanê tedbîra şewbê jî bin pê dike. Ji ber vê pêkanînê nêzî salekê ye naçin nexweşxane û dadgehê. Gelek carî hevrêyên me dixin rîngên bê hewa yên biçûk mîna tabûtan ji ser hişê xwe diçin bê ku bibin dadgehê vedigerînin.

24 SAETEN DIŞOPÎNIN

24 saetan tên şopandin. Em jin 24 saetan şopandina hemû qadên me yên jiyanê weke tacîz û êrîşî jiyana taybet tê kirin, pênase dikin. Li gel vê di nava hefteyê de davêjin ser qawîşan û lêgerîn dikin.

Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li ser hevrêyên me didin sepandin. Di dema destpêkê ya karantînayê de gelek pêwîstiyên xwe me nedikarî bicih bînin. Heta komek hevrêyên me ji ber pedên jinan nedanê çarşaf û cilên xwe bikar anîn.

Dîsa dayikên bi zarok neçar man bi zarokên xwe ve 15 rojan di hucreyê de bimînin.

PIRTÛK QEDEXE NE

Di vê dema şewbê de ku yekane aktivîteyên me pirtûk in, di nava 2 mehan de ji bo her yekê 10 pirtûk hatiye sînordarkirin. Hinek pirtûk ji bi hinceta xeterin nadin. Dîsa ji derveyî weşanên medyaya alîgir rojname, komvar, xaçepirs û pirtûkên destan bi temamî dayîna me qedexe ye. Dîsa ji bo zarokan amûrên kirtasiye yên mîna boya, kaxez, pênûs û bi taybet pênûsên serê wan stûr weke amûrên kunker tên girtina dest qedexe ne.

GIRTÎ BIHAYÊ FATÛRAYÊN ELEKTIRÎKÊ DIRAZÎNIN

Ji derveyî hinek cilên me yên em li xwe dikin ew jî bi sînordar in, rê nayê dayîn ku em pêwîstiyên xwe ji derve pêşwazî bikin. Mirov neçar dike pêwîstiyên xwe yên şexsî û jiyanî ji kantîna girtîgehê dabîn bikin. Pêwîstiyên me gelek ji wan li kantînê nîne; yên heyî jî ne pir baş û pir biha ne. Me neçar dikin ku fatûreyên elektirîkê yên bihayê wê mezin bidin razandin.

Dîsa li girtîgehê bi mehanin dayik nikarin zarokên xwe bibînin. Ev rewş nerênî bandorê li dayik û zarokan dikin. Hevdîtina telefonê ya 10 deqîqe ku girtî di navbera saziyan de bi kêmanî 8-9 caran qût dibin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv