Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin 12.12.2020

Gelê Cizîrê li dijî êrîşan li ber xwe da û şer kir. Yek ji berxwedêrên Cizîrê jî Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç e. Mehmet Tunç, dema li girtîgehê û piştî berxwedana Cizîrê nameyên ku nivîsandibûn hatine çapkirin. Li gel nêzîkbûna salvegera qedexeyan, me çend nameyên ku Mehmet Tunç piştî berxwedana pey xwe hiştin berhev kirin.

Di ser berxwedana xwerêveberiyê re 5 sal derbas bûn. Gelê Kurd di sala 2015-16’an de li 16 bajarên herêmê bi daxuyaniyan Xweseriya Demokratîk îlan kirin. Lê Walitiyan bi ragihandina qedexeya derketina derve îlan kir û bi vê yekê re hêzên polîsên taybet û cendirmeyên taybet bi tang û topan êrîş kirin. Bi hefte û mehan li ser serê bajaran esker û polîsan bi tang û topan gule û bombe barandin. Tîmên taybet bajar dorpêç kirin. Hêzên eskerî, bajar bê av û ceyran hiştin. Di wê pêvajoyê de di encama topbaran û gulebaranê de pitîk, zarok û kal jî di nav de bi sedan kes hatin hatin kuştin. Bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li Cizîrê dema operasyonên hêzên çekdar de bi sedan mirov di jêrzemînan de hatin kuştin. Gel gav paşve neavêt û li dijî êrîşan li ber xwe da. Yek ji berxwedêrê Cizîrê jî Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç bû. Mehmet Tunç bi têkoşîna xwe di berxwedana Kurdistanê de rûpelên nû vekir. Tunç ê ku bi berxwedana xwe di dilê gelê Cizîrê de cihê xwe girt, hê jî li taxên Cûdî, Sûr, Nur û Yafes dije. Nameyên ku Mehmet Tunç dema li girtîgehê û piştî berxwedana Cizîrê nivîsandibûn hatina çapkirin. Li gel nêzîkbûna salvegera qedexeyan, me çend nameyên ku Mehmet Tunç piştî berxwedana pey xwe hiştin berhev kirin.

 

Mehmet Tunç, di her nameya xwe de qala xwe birêxistin kirin, cûreyên berxwedanê û xweparastinê dike. Di heman demê de di her nameya xwe de gel vedixwe berxwedanê. Lehengê berxwedana bajarê Cizîrê Mehmet Tunç, di nameyên xwe de berxwedana Cizîrê roj bi roj wiha vedibêje.

 

“Em îro dikevin 26’emîn roja berxwedana Cizîrê. Êrîşên dewletê yên topyekûn didomin. Bi taybet di çapemeniya xwe de jî ku tînin ziman, bi deh hezar leşker, komandoyên SAT, tank û topan, hemû teknîka sedsala 21’emîn li dijî Cizîrê dest bi êrîşan kir. Di roja 15’emîn a berxwedanê de wan bi xwe jî îtîraf kirin ku li hemberî berxwedana Cizîrê têk çûne. Lewma dixwazin hêrsa xwe û têkçûyina xwe ji gel derxin. Bi taybet ji ber pêşengên vê berxwedanê jinin, jinan hedef digirin. Di aliyê dewletê de pêşketin tune ye.”

 

“…Em niha di 37’emîn roja berxwedanê de ne. Mirov nizane ji vê deqeyê û şûnde wê çibibe. Em li berxwe didin. Me xwest em ji gelê Botanê, gelê bi salan e, tê perçiqandin re tiştekî bikin. Hêviyên me hene. Tevgera Azadiya Kurd ji sala 1977’an ve şerekî demdirêj dimeşîne. Al bi al çawa ku Mazlûman di girtîgeha Amedê de dewrî Egîdên li Gabarê kirin, wan jî dewrî yên din kirin û heta gihişt me. Ew mîsyona ku em niha li Cizîrê dilîzin ev e. Ji bo zarokên pêşeroja me ne, em berxwe didin. Em dixwazin jiyana heyî bê guhertin. Nahêlin mirov weke dixwazin li gund û bajarên xwe bijin. Lewma em dibêjin muhacirtî êdî bes e. Divê êdî baweriya tu kesî bi vê dewletê neyê. Çawa gelê Ermenî, Asûrî û Keldanî tune kirin, dixwazin Kurdan jî tune bikin. Ji vê dewletê hêvî qut bûne. Hêrs,kîn û nefreteke ciwanên Kurd li hemberî vê dewleyê çêbûye. Sala bihûrî mn digot, ” Em wek kesên lîberal xuya dikin.Lewma ez bawerim ciwanên piştî me bên wê vê kîn û hêrsê bilindtir bikin.” Çawa bapîr û bavên me hineskî sist bûn û me hinekî şidand,ên piştî me bên jî wê muheqeq xurttir bikin. Ji nû ve çîroka berxwedanê tê nivîsandin. Di hişê gelekî hatiye jibîrkirin de li pey rojê ji vejînê ber bi rizgariyê pirek tê avakirin. Ez hemû hevalan silav dikim.”

 

Mehmet Tunç di nameyek xwe yan din de wiha dibêje,” Pergala kapîtalîst û felsefeya lîberalîzmê em ji însaniyetiyê derxistine û bi dilopek wê xwînê jî kirîne ” Civakeke bêdeng” û kirine şirîkên gunehên xwe. Eger em hevpar bûna, ma me digot me çi jê ye?

 

Di nav nameyên ku Mehmet Tunç pey xwe hiştî de ev helbest hatiye nivîsandin.

 

EZ HEME
Ey kor bibe çavên te dinya
Barana li ser axa min birin
Û çermê min ziwa kirin
Û doz ji dozê tune kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Çîngeçînga şûşeyên sar
Evîn ser jê kirin
Ken bi girî kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Şkêr û zêvî bi hestiyan tijî kirin
Ez çawa dengê nekim
Mirovan dikin gorê û mirovatiya pîroz
Ji vê dinyayê koçber dikin
Dê bila biaxivin
Kelepçeyên destbir
Çend sal in beriya ku kes bi min re bijî ez hevlatiyekê bi nivîska xwe re dikim
Şeveke şiyar bûme
Di ber dengê Mazlûman
Di careke de ez bêjim
Eger tenê ji bo
Wan qehremanên dîroka me be
Û eger tenê ji bo
Wê dayika pîrbûyî ku heta niha
Kur wê nas nake
Ûeger tenê ji bo wan hesretên kêfxerab
Û pakrewanan mbe
Ez ê bêjim ez heme

 

Mehmet Tunç di nameyek xwe de wiha dibêje,” Dibe ku em qet nebînin mîna yên beriya me azadiyê. Lê em di oxira wî de şer dikin, dikevin zindanan. Lê em dizanin ku wê bi me re di siberojan de bikenin, zarokên welatê min…
Axaftina Mehmet Tunç a a herî dawî ev bû:” Divê hemû gelê Kurd vê baş bizane. Berxwedan li Botanê divê bibe meseleya rûmetê ya gelê Kurd. ger ve meseleya rûmetê ya gelê Kurd be, eger ev ciwan, gel li pişt barîqatan rûmeta wan diparêzi, divê gelê Kurd ê li derve jî vê zanibin. Em niha bêji, eger Botan bikeve wê ev şer bi dawî bibe? Ez qet ne bawerim. Eger hikûmeta AKP’ê Botanê bixîne,wê nehelê parlementer,şaredar,endamên meclîsê li ser kursiyên xwe bimînin. Niha li Cizîrê polîtikayeke qirkirinê tê meşandin. Çawa di serhildanên din de polîtîkayekehat pêşxistin a li Cizîrê tê kirin jî ev e. Di roja me de hin mirov bi sedema hewa sar e, meşekê li dar naxin. Hin mirov bi sedema wê bên girtin, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar naxin. Divê mirov xwedî rûmet û şeref be. Dema şeref û rûmet diçe,mirov dibe kole. Ya di roja me de bi taybet li Bakurê Kurdistanê tê kirin, tevgera dagirkirinêye. Bi balafir,tang û topan vê dikin. Lewma eger gelê Kurd wê rabe ser piyan divê niha rabe ser piyan. Piştî em mirin bila kesek neyê ser me, bila kesek neyê li zarokên me nenihêre. Kes, malên me,pace û deriyên me tamîr neke. Alîkarî,nizanim çi bila neşînin. Piştî berxwedan şikest bila kes li qisûrê nenihêre bila kes neyê.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv