LI KAMPA HOLÊ OPERASYONA LI DIJÎ DAIŞ’Ê
13 ÇETEYÊN HEWL DIDAN JI KAMPÊ BIREVIN HATIN GIRTIN
Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xetertirîn kampên cîhanê ye.
Ji ber ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê yên tundraw lê dimînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 28’ê Adarê ji bo ewlehiyê li Kampê Holê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyoneke mezin kirin.
Bi dehan çete hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn her dawî 13 çeteyên ku hewl didan ji kampê birevin girtin..
Li gorî agahiyan van çeteyan hewl didan birevin bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de.