Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevna sîxurên Erdogan li Almanyayê didin xar û cirîdan 09.04.2021

 

FAALIYETÊN MÎT’Ê YÊN LI ALMANYAYÊ
TEVNA SÎXÛRÊN ERDOGAN LI ALMANYAYÊ DIDIN XAR Û CIRÎDAN

Saziya Îstîxbarata Alman BfV her sal rapora xwe ya salan e bi raya giştî ya alman re parve dike.

Beşeke berfireh a raporên van salên dawîn ji bo faaliyetên îstîxabarata tirk ên li Almanyayê tê veqetandin.

Bi taybetî jî piştî şerê di navbera AKP û Cemaeta Gulen de rapor saziyên bi desthilata tirk re tevdigerin weke komên xetere pênas dikin.

Li gel van agahiyan jî rayedarên Almanyayê dest li van saziyan wernadin.

Der barê vê têkiliya qirêjî de Fehîm Işik ji rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîseke berfireh amade kir.

Işik di nivîsa xwe de cih daye detayên rapora Bfv’ê ya sala 2019’an jî.

Rapora navborî destnîşan dike ku piştî 15’ê Tîrmehê ango şerê Erdogan û Gulen faaliyetên MÎT’ê li Almanyayê zêde bûne.

MÎT van faaliyetan di ser saziyên sivîl re bi rêve dibe.

Di rapora navborî de li ser DÎTÎB’ê tevî ku faaliyetên wê yên qirêj tên zanîn û di Komkujiya Parîsê de jî navê wê derbas dibe, ti tişt nehatiye gotin..

Lê di raporê de îcar Yekitiya Demokratan a Navnetewî UID cih digre.

Rapor herwiha dide zanîn ku MÎT’a tirk Almanyayê ji bo xwe weke mîhraq dibîne.

Saziyên nêzî AKP’ê jî di bin sernavê ‘Îslamîzm û Terora Îslamî’ bûne mijara raporê.

Partiyên weke AfD, Dei Linke û FDP’ê gelek caran ji bo faaliyetên MÎT’ê werin astengkirin gelek caran ev mijar anîne rojeva meclisa federal jî lê hikûmeta Merkel bi manevrayan ser bûyerê girtiye.

Çapemeniya alman jî eleqeyeke baş nîşanî nûçeyên li ser mijarê dide.

Herî dawîn di televîzyona ZDF’ê de belgefîlma bi navê ‘Di xizmeta Erdogan de’ ku rojanemavan Susana Santina û Simone Müller amade kirine, hat weşandin.

Di belgefîlmê de pisporê îstîxbarata alman Erich Schmidt Eenboom der barê faaliyetên MÎT’ê û îstîxbarata alman de van agahiyan dide:

Hikûmeta federal a alman ji bo ku Enqere li Almanyayê cînayetên siyasî neke ew hişyar kiriye lê ji faaliyetên wê yên îstîxbarî re çavê xwe digre.

Eenboom diyar dike ku MÎT li Almanyayê kurdan dişopîne û bi bîr dixe ku Almanya û Tirkiye bi protokolên îmze kirine li dijî PKK’ê bi hev re tevdigerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv