Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sîxurekî yê dewleta tirk ê li Serêkaniyê behsa tevna qirêj a dagirkeran kir 09.04.2021

 

TEVNA QIRÊJ A DAGIRKERAN
SÛXÛRÊ LI XWE MIKÛRHATÎ NAVÊN ÇETEYÊN LI SERÊKANIYÊ EŞKERE KIRIN

Ajanê bi navê Mekrî Subhî Mekrî 38 ji şêniyên Serêkaniyê ya dagirkirî ye.

Ev şexs di destpêka 2017`an de bû ajanê îstixbarata Tirkiyê.

Mekrî bi derbaskirina çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê ji bo Serêkaniyê û piştre ber bi Qamişloyê ve ji bo pêkanîna teqînan, şopandina nuqteyan û şandina wan ji îstixbaratên Tirkiyê re, hatiye erkdarkirin.

Mekrî Subhî Mekrî di îtîrafên xwe de navê çend çeteyên ku bi dewleta tirk re êriş kirine jî eşker kirin:

Li gorî wan îtîrafan; serçeteyekî Cebhet El-Nusra Fehid El-Caid û çeteyên Cebheta El-Nusra Hamid Ubêd El-Xelîl û Xalud Mehmûd Xelîl di bin navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de beşdarî êrişa dagirkeriya Tirk a di 9`ê Cotmeha 2019`an bûne.

Li gorî îtîrafan em lê serwext dibin ku ev çete hîn hî li Serêkaniyê ne.

Di îtîrafan de tê destnîşnakirin ku serçeteyên DAIŞ’ê jî beşdarî êrişa li dijî Serêkaniyê bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê yên beşdar bûne ev in; Fexredîn Mewlûd ji şêniyên Serêkaniyê ye, Yûsif Dûdê jî ji bajarê Serêkaniyê ye û endamê El-Hesbê ya girêdayî çeteyên DAIŞ`’ê bû.

Piraniya malbatên ku dewleta Tirk li Serêkaniyê bi cih kirine, malbatên çeteyên ji Dêrazor û Idlibê ne.

Dewleta Tirk ew di malên sivîlan de bi cih kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv