REWŞA GIRTIYÊN BEHDÎNANÊ
DI HOLEKE 50 METREYÎ DE 118 GIRTÎ DIMÎNÎN
Tevgera Goran daxwaznameyek pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.
Endamên Tevgera Goran bi vê daxwaznameyê behsa rewşa girtiyên Behdînanê kirin û xwestin ku mafê girtiyan neyê binpêkirin.
Hat ragihandin ku li girtîgehan girtî di holek 50 metreyî de 118 kes dimînin.
Her wiha eşkere kirin ku wê rewşa girtiyan ji nêz ve were şopandin.