“JI OCALAN RE AZADΔ
KURDISTANÎ 453 HEFTENE JI BO AZADIYA RÊBER APO DI ÇALAKIYA NOBEDÊ DE NE
Dirêjtirîn çalakiya li cîhanê, ji aliyê Kurdistaniyên li Ewrûpayê ve tê birêvebirin..
Ji bo azadiya Rêber Apo Kurdistanî ev 453 heftene li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpa a li bajarê Strasburgê di nobedê de ne..
Her heftê komeke Kurdistaniyên ji deverên cûda ên Ewrûpayê beşdarî çalakiyê dibin..
Û di hefteya 453’an de Kurdên li paytexta Fransayê Parîsê beşdarî nobeda azadiyê bûn..
Di çalakiyan de têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo, gel tê agahdarkirin û li hemberî vê berpirsyariya saziyên navneteweyî tê bibîrxistin..