Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Mirov bi zimanê xwe mirov e 22.02.2021

 

MIROV BI ZIMANÊ XWE MIROVE
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

21’ê Sibatê li seranserê cîhanê weke Roja Zimanê Dayikê tê pêşwazîkirin. Pîrozkirina vê rojê, gelek pirsan li gel mirovan peyda dike. Gelo çima pêwîstî pê hat dîtin ku rojeke wisa bê destnîşankirin? Ji ber ku ziman ji bo her civakê hêmaneke esasî ye. Bi gotineke din, ziman hebûn û nasnameya civakan e. Dema em bixwazin civakekê nas bikin, divê em rasterast bala xwe bidin zimanê wê û binihêrin gelo çandeke çawa ava kiriye û çawa dijî.

Di jiyana mirov û civakê/neteweyê de ti tişt ji ziman ne girîngtir e. Ji ber wê, desthilatdaran li hemberî civakên bindest qedexeya çand û ziman weke çeka esasî ji bo xwe bi kar anîye. Bi bipêşketina pergala Kapîtalîzmê re polîtîkayên li hemberî hebûna zimanan metirsiyeke mezin da avakirin. Ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin û civakên ku zimanê wan li ber tinebûnê ne, bên parastin, Rêxistina Perwerde, Çand û Zanist ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ev roj weke roja parastina zimanê dayikê pejirand.

Li gorî UNESCO´yê ji % 40’ê mirovan ji perwerdeya bi zimanê xwe, bêpar in. Di nava vî ji sedî 40´î de Kurd jî gelek in. Bi sedên salan e ku li dijî civaka Kurd polîtikayên dagirkerî, qirkirin û asîmlasyonê hatine meşandin. Lê tevî hewildanan hemûyan jî Kurdan bi rêya ziman çand û hebûna xwe parastiye. Van salên dawiyê di encama berxwedan û berdêlên giran de hinek qadên perwerdeya bi zimanê dayikê hatin bi destxistin.

Modela perwerdeya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê û ya Wargeha Mexmûrê ji bo gelên ku li herêm û cîhanê ji bo hebûn, nasmane û ziman têdikoşin, mînaka herî berbiçav e. Bêgûman ji bo parastina zimanê neteweyeke ku parçe parçe bûye, ev yek ne bes e. Lazim e li her warê jiyanê zimanê Kurdî bê bikaranîn da ku winda nebe. Divê em ji bîr nekin, dema ku em zimanê xwe neaxivin, bi zimanê xwe nexwînin, zimanê me wê nemîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv