Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar, beşdarî bernameya Nîvroj a Stêrk tv bû û pîlanên li ser Şengalê nirxand:
” Hikûmeta Îraq û PDK’ê ji fermana 2014’an a li ser Şengalê berpirsiyar in. Ji ber hêzên li Şengalê amada bûn ew bûn. Piştî hatina DAIŞ’ê yên ji herêm vekişiyan û bi hezarên gelê Şengal li hêviya çeteyan hişt dîsa ew in.”
Aydar bal kişand li ser planên Tirkiyê li ser Kurdistanê, bi taybetî li Şengal û Rojava û destnişan kir, ku plana li ser Şengalê bi dagirkirina Serêkaniyê re destpêkir û got:
” Yên ji fermanan Şengalê ya 2014’an Îraq û PDK’ê berpirsiyar in. Pêwîste dadgeha wan berpirsiyar in pêkbê. Eger dadgeha avabibe, wê berpirsiyarên Bexdad û PDK’ê li ser komkûjiya Şengalê bên darizandin û wê hesb bidin.”