Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser Pergala Çavdêriya Giştî ava kir 14.10.2020

Endamên Serokatiya Pergala Çavdêriya Gişt piştî sondxwarina li pêş endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser dest bi erkên xwe yên rêxistinî û xebatê kirin. Ew pergal parçeyek ji rêxistinbûnê ye ku erka wê jî şerkirina destpotî, gendelî û kêşeyên wê ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mehan li ser avakirina Pergala Çavdêriya Giştî xebitî. Serokatiya wê li pêş endamên Meclisa Giştî di rûniştina qanûnî ya 30’yan de ku di 6’ê vê Cotmehê de li dar ketiye, sond xwarin. Endamên piştî sondxwarinê ji wê dîrokê de dest bi erkên xwe kir.

PERGALA ÇAVDÊRIYA GIŞTÎ Û HEDEFÊN WÊ ÇI YE?

Pergala Çavdêriya Giştî ew e ku aliyê çavdêriyê ya serbixwe ye û bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve yekser girêdayî ye.

Hedefên wê, pêkanîna çavdêriya aktîf a li ser xebata meclis, deste, komîte, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiyên xweser û sivîl in. Da ku xebata rêveberî bi pêş keve, aboriya giştî bê parastin, di berhemê de aktîfbûyîn pêk bê, asta pisporî bilind bibe û dabînkirina xizmetguzariyên şêniyan hêsantir be.

Girêdayî mijarê, endamê serokatiya Pergala Çavdêriyê ya Rêveberiya Xweser Mahir Temran wiha got: “Rêveberiya Xweser xwest ku ev pergal a sereke be da ku parêzvanê tecrûbeya Rêveberiya Xweser be, şax, bingeh, gendelî û sedemên wê têk bibe.”

 ‘BI HÛRGILÎ…BEŞÊN PERGALA ÇAVDÊRIYA GIŞTÎ

Pergala Çavdêriya Giştî ji meclisa çavdêriya giştî, serokatiya pergala çavdêriyê, komîteyên çavdêriyê û beşan pêk tê.

Meclisa Çavdêriya Giştî cihê herî bilind di pergalê de ye, ji serokatiya pergal, serokên komên pispor ên li navenda pergalê hatine avakirin, serokên komîteyên çavdêriyê yên rêveberiyên xweser û sivîl, nûnerê çavdêriya darayî ya di Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk tê.

Serokatiya pergala çavdêriyê; ji hevserokatî û cîgiran pêk tê.

Lê komîteyên çavdêriyê, ji komîteyên çavdêriya giştî yên di navendên rêveberiyên xweser û sivîl de hatine avakirin pêk tê.

Lê “beşên çavdêriyê” di rêveberiyên xweser û sivîl de li gorî rûbera erdnîgarî yan jî girîngiya aborî(li gorî pêwîstiyan) tên çêkirin.

 ‘PERGALA ÇAVDÊRIYA GIŞTÎ PÊWÎSTIYEK E KU GENDELIYÊN JI MERHELEYÊN DESTPOTÎ YÊN SÛRIYÊ HATIN WERGIRTIN BÊ TÊKBIRIN’

Endamê Serokatiya Pergala Çavdêriya Giştî Mahir Temran li ser girîngiya avakirina pergalê wiha axivî: “Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser û nexşekirina sînorê têkiliyên wê bi civak û aktîfbûna wê pê re, Rêveberiya Xweser xwest ku metod û alavên rêxistina aktîf, gelek astengiyên girêdayî rewşa civakî yên dijwar û mîrasa destpotî ya ku rejîma Esed li ser rihê sûriyan hiştiye, bên derbaskirin.”

Temran wiha domand: “Bermahiya mîrasa destpotî bi pêxistina şoreşeke zagonî, qanûnî û sazûmanî ya ku hê jî saziyên cur bi cur ên Rêvebiriya Xweser li ser hîmê wê ne, pirsgirêkan diafirîne. Lê bi pêvajoyeke dirêj û domdar re, Rêveberiya Xweser qanûnan datîne, pêdiviyên rêxistinî lêkolîn dike, çareserî û bersivên guncan dabîn dike.”

Serokatiya Pergala Çavdêriya Giştî niha li ser formekirina rêziknameya taybet bi pergalê dixebite.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv