Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zozan Çewlig: ‘Ev zivistana dawî ya hukûmeta AKP-MHP’ê ye’

 

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STAR’Ê ZOZAN ÇEWLIG:
EV ZIVISTANA DAWÎ YA HUKÛMETA AKP-MHP’Ê YE

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig li ser şer û têkoşîna 2021’ê ji ANF’ê re axivî.

Zozan Çewlig pêşî tevahiya şehîdên 2021’ê bi bîr anîn û bi berfirehî li ser têkoşîn û şerê gerîlayên YJA-Starê dikin rawestiya.

Fermandara YJA-Starê, hêzên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê, berxweêdêrên zîndanê û gelê Kurd jî silav kir.

Zozan Çewlig destpêkê bal kişand ser êrişa dagirkeriya Tirk a li ser gerîla, gel û Kurdistanê.

Di dîroka têkoşîna me de îsal weke saleke awarte bû û em ti carî ji rêzê nikarin vê salê binirxînin.

Li dijî ti gelî, tevgera şoreşger û hêzeke netew-dewletekê teknîkeke şer a ewçendî zêde û di asteke bilind de nehatiye bikaranîn.

Parçeyên bombeyan li xak, dar, kevir, lat û her cûre zindiyên Kurdistanê ketin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê têkçûyîna tevgera dagirkeriya Tirk a destpêka salê ya li Garê bi bîr xist û wiha got:

Bi êrişa 23’yê Nîsanê ya li dijî Zagros, Avaşîn-Basya, Zap û Metînayê xwestin serfiraziya psîkolojîk a hêzên me yên gerîla û gelê me bişikînin.

Piştî Garê berxwedaneke destanî ya dikare bibe film, roman, awaz, helbest pêk hat.

Dijmin ji bo tunelekê bi dest bixe 7 mehan her cûre teknîk û çek bi kar anî.

Dijminê nekarî berxwedana gerîla bişikîne, bi çekên kîmyewî ew şehîd xistin.

Zozan Çewlig destnîşan kir, ku vê berxwedana gerîla derb li konsepta tinekirinê ya dewleta Tirk daye.

Fermandara gerîla beşdariya hêzên YJA-Starê ya li Pêngava KJK’ê ya bi navê “Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e” jî bi bîr xist.

Zozan Çewlig got, em ê 2022’yan xwedî têkoşîneke xurttir û bi biryar bin.

Li ser îdîayên dagirkeriya Tirk ên weke “ev zivistana dawî ya PKK’ê ye” jî Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ev bersiv da:

Mêtîngeriya Tirk ji 27’ê Mijdara 1978’an heta niha her sal behsa qedandina me dike.

Ji ber ku derewên xwe ewçendî zêde dubare kirin, êdî bixwe bawerî pê anîn ku wê encamê bi dest bixin.

Bi şerê muhteşem ê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirî, em ketin zivistana dawî ya hukûmeta AKP-MHP’ê.

Kesên xwestin PKK’ê ji hev bixin, ew bixwe li ber hilweşînê ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv