Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Cenev û Lozanê kuştinên li zindanan hate şermezarkirin

 

ÇALAKIYÊN KURDAN ÊN LI EWRÛPAYÊ
LI CENEV Û LOZANÊ KUŞTINÊN LI ZINDANAN HATE ŞERMEZARKIRIN

Ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Cenevre yê Swîsreyê gelê Kurd ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê dike.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk yê Cenevrê Salîh Saxlam axivî û bal kişand ser kuştina girtiyên siyasî û neberdana girtiyên nexweş.

Saxlam da zanîn ku astengkirina tedawîkirina girtiyên nexweş sûce û bahsa nexweşiya siyasetmedar Aysel Tûglûkê kir.

Di çalakiyê de ji bo “Qedexeya li ser PKK” li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî starta îmzeyan hate dayin. Li vîr wê îmze werin komkirin û çima divê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin wê mirov werin agahdarkirin.

Di çarçoveya çalakiyên roja çarçemê de navnîşanek din a çalakiyan Lozan e.

Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer TekoJIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ her roja çarçemê bi danîna standê dest bi çalakiyê dikin.

Di çalakiyê de çima divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe agahiyan bi xelkê Siwîsrê re parve dikin.

Di çalakiyê de ji bo balê bikêşin li ser mirinên bi guman ên li girtîgehên Tirkiyeyê de jî belavok hatin belavkirin.

Her wiha di çalakiyê de ji bo PKK ji lîsteyên qedexe derkeve starta kampanya îmzeyan hate dayîn.

Kurd wê sibe jî li Siwîsrê û gelek navendên din ji bo girtiyên nexweş serbest werin bedan wê li qadan bin.

Di daxuyaniya çalakgeran de wiha hate gotin: Ji bo em ji mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê de pêk tên re bibêjin bes e û bibin dengê girtiyên nexweş divê herkes tevlî çalakiyên sibê bibin.

Plansaziya çalakiyên di roja 23’ê Kanûnê de wiha ne:

Biel: Bahnhofplatz saet: 18.00’an

Luzern: Bahnhofplatz’da, saet: 17.00’an

Aarau: Bahnhofplatz, saet: 18.30’an

Zurih: Stauffacher, saet: 18.00’an

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv