Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zextên Swêdê yên li ser Kurdan

 

ZEXTÊN SWÊDÊ YÊN LI SER KURDAN
POLÎSAN HEWLDANÊN SÛCBARKIRINA KURDAN ZÊDE KIRINE

Rêveberiya Swêdê ji aliyekî ve bi eşkere piştgiriya Kurdan dike û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û mûxalefetê şermezar dike.

Lê belê ji aliyê din ve jî, daxwaza penaberî ya Kurdên ji neçarî xwe lê girtine, red dike.

Tevî ku bi doza kuştina Olof Palme siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan mehkûm bû, lê belê ev siyaset weke ku hê jî berdewam e.

Dozgeriya Swêdê di hezîrana 2019’an de dosya kuştina Olof Palme girtibû û îspat bûbû ti têkiliya PKK û Kurdan bi wê kuştinê re tinebû.

Ji wê demê û vir ve saziyên Kurd ji Swêdê dixwazin siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan biterkîne û PKK ‘ê ji lîsteya terorê derxe.

Lê belê Swêd di dewsa vê de, zextên li dijî Kurdên çûne wir zêde kirine.

Ev zext di demên dawî de her zêde dibin.

Û di dema îfadeya kesên ji bo penaberiyê serî lê dane pirsên ecêb tên kirin.

Hin ji wan pirsan jî ev in:

Gelo PKK û HDP heman rêxistin in?

Li gorî wê PKK rêxistineke terorîst e an na?

Ev zext û pirs jî rastî nerazbûnan tê.

Swêdê di meha adarê de Zozan Buyuk Arî ya welatiya Belçîkayê ye, bi îdîaya ku li dijî dewletê xetere ye, dersînor kiribû.

Niha jî Buroya Koçberan a Swêd serlêdana hevjînê welatiya xwe Rozerîn a penaberiyê red kir.

Tevî ku Rozerîn hemwelatiyê wê ye, dibêje hevjînê xwe jî bigire biçe Tirkiyê.

Nêzîkatiya Swêd û pirsên di dema serlêdana penaberiyê de pirsên wekî “gelo Swêd û Tirkiye agahiyan didin hev tîne bîra mirovan.

Hêjayê bi bîr xistinê ye, dema Zozan Buyuk meha Adarê hatibû dersînorkirin, rastî nerazîbûna çepgirên Swêdê hatibû û di meclîsê de jî bûbû rojeva sereke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv