POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINA ELEWÎTIYÊ
AGAHIYA WE JI DIBISTANÊN ÎMAM HATÎP HEYE?
Bajarê kevnare û dîrokî Dersîm ji ber parêzgeha Elewiyane û li hemberî êrişên dewleta Tirk serî netewandiye dîsa di hedefa hikûmeta AKP-MHP’ê de ye.
Dewleta Dagirker di 1938’an bi terteleya fizîkî encam negirt, niha dixwaze bi dejenerasyona nifşên nû ji polîtîkayên pişaftinê encam bigire.
Niha ji bo asîmîlekirina elewiyan dibistanên ‘ Îmam Hatîp ‘ di rojeva dewletê de ne.
Derket holê ku Midûriyeta Millî ya tirk a Perwerdeyê ya bajarê Dersîmê hin pirs amade kirine û bi navê anketê arasteyê dê û bavê xwendekaran kirine.
Naveroka Anketa Miduriyetê wiha ye:
“Em dixwazin derbarê Dibistanên Îmam Hatîp’an de nêrînên we bizanin.
* Agahiya we ji Dibistanên Îmam Hatîp heye ?
*Hûn dixwazin li bajarokê we Dibistana Îmam Hatîp vebe?
*Hûn dixwazin di rêveberiya malbatên dibistanê de cih bigrin?
*Hûnê zarokên xwe bişînin Dibistanên Îmam Hatîp ?
Xelkê Dersîmê bertek nîşanî vê polîtîkayê didin û diyar dikin ku dewlet bi van dibistanan dixwaze zarokên wan ji bawerî û çanda wan dûr bixe.
Balkêş e ku ev pirs zêdetir ji malbatên xwendekarên dibistana seretaayî hatine pirsîn.