ZEXTÊN PDK’Ê MÎNA YÊN AKP-MHP’Ê NE
ZÎNDANÊN PDK’Ê JI AZADÎXWAZAN HATINE DAGIRTIN
Ji çalakvanên Behdînanê Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn, yên di Zîndanên PDK’ê de, ji 6’ê Îlonê ve dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine.
Piştî vê çalakiyê, bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê jî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Ji girtiyan rewşa Eyaz Kerem xirabe û red dike dawî li çalakiya xwe bîne.
Komîteya Maf û Azadiyan a Kurdistan û Ewropayê, têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, çalakiya girtiyên Behdînanê ketiye qonaxeke metirsîdar û banga xwedîderketinê hat kirin.
ZEXTÊN PDK’Ê WEKÎ YÊN AKP-MHP’Ê NE
DADGERIYA PDK’Ê BI HINCETA “TÊKILIYA BI PKK’Ê” RE CEZA DIBIRE
Endamê Malbenda YNK’ê ya Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî jî, ji 11’ê Sibata 2021’an ve li Derkarê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin.
Endamê HDP’ê Nîmet Guneş jî di 5’ê Sibata 2021’an de ji aliyê asayîşa Zaxo ve hat girtin.
Di 19’ê Îlonê de danişîna doza Nîmet Guneş û Mela Nezîr, li Dadgeha Duhokê hat dîtin.
Dadgeha Dihokê bi hinceta peywendiya wan bi PKK’ê re heye, 7 sal ceza li her du kesan birî.
Birayê Mela Nezîr, Hacî Nebî derbarê dozê de diyar kir ku “Ti delîlekî ku pê werin cezakirin tunebû!..”
5’ê Tebaxê endama Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê RJAK’ê Ciwana Ebdulqadir jî ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin.
Û ev 45 roj in ti agahi jê nayê wergirtin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilatê Suyiyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen jî, 102 roj in ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin û ti agahî jê nayê wergirtin.