Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fûat Kav: ‘Ên ku Başûr kirine çirava xayîntiyê jî kujerên Yasîn Bûlût in’

 

FÛAT KAV / ANF
ÊN KU BAŞÛR KIRINE ÇIRAVA XAYÎNTIYÊ JÎ KUJERÊN YASÎN BÛLÛT IN

Yasîn Bulut li Silêmanî bi suîkasta dewleta Tirk a kontra hate qetilkirin. Li vir divê em behsa keda çil salî, meşa mezin, fedekariya bêrawestan a ji bo şoreşê û çîroka lehengiyê ya Yasîn Bulut bibêjin.

Lê divê em vê jî bibêjin. Bi rastî jî ew kedkarê şoreşê bû. Yek ji wan kêm şoreşgeran bû ku heq ji zor û zehmetiyan derdiket. Apoyiyek wiha bû ku mirov tam dikare bibêje, ”Ha şoreşgerî ev e; meşa şoreşgerekî, helwesta wî, dilpakiya şoreşgerekî encex dikare wiha be.” Temsîla wan mirovên nû bû ku rast diaxivî, rast dimeşiya, bi ziman, şêwaza xwe vedigot û bi vî halê xwe yê sirûştî xwe bi hevrêyan dida qebûlkirin, bawermend bû, rihê xwe tevlê kiribû, bi fikir û ramanên xwe xwe li navenda şoreşê danîbû.

Yasîn Bulut mixabin li qadeke wiha ku avaniya rêveberiya wê heta bi kûrahiya rihê xwe ketî nav xayintiyê, bi qalêşî hate qetilkirin. Cihê ku hatî qetilkirin parçeyê Başûr e. Başûr cihekî wiha ye ku dewleta Tirk lê zîtirkan dike, xwe bi rengê kontrayê pir xweş rêxistinî kiriye. Xayintiyeke wiha ku dewleta Tirk a dagirker pejirandiye, ku dewleta Tirk a dagirker piştî Hewlêrê ji bo ku li Silêmanî jî tevlîheviyê bike, bike kaos, welatparêzên wir bîne pêşberî hev çi tişta ku hewce be wê dike. Heke rastiya xayintiyê nebûya, heke nehiştibûna ku dewleta Tirk li Başûr bi cih bibe, heke derfet nedabûna MÎT’ê, wê Yasîn Bulut şehîd nebûya. Kesên ku Başûrê Kurdistanê ji bo dewleta Tirk kirine qadeke stratejîk ku bi kar bîne, ên ku Başûr kirine çirava xayintiyê jî kujerên Yasîn Bulut in. Berpirsyarî ya wan giregirên eşîran e ku Başûr ji dagirkeriyê re vekirine û mohra we li rêveberiya herêmê dane.

Dewleta Tirk ji bo ku Tevgera Azadiyê tasfiye bike, Başûrê Kurdistanê ji bo xwe kiriye qadeke stratejîk. Li vir rêistiniya xwe dike, xwe bi cih dike, hêza xwe ya leşkerî serferber dike û dixwaze encamê bistîne. Weke Hewlêrê, dixwazin Silêmanî jî bidin erdê. Ji ber ku nikare vîna siyasî û avaniya rêveberiya qadê bi giştî bikişînin nav pêvajoya teslîmbûnê, bi terora li bajaran, bi qetilkirina welatparêzan, dixwazin pozîsyona xwe xurt bikin, Vîna siyasî bêkêr bikin. Ji ber vê, di nav du rojan de du suîkastên girîng çêbûn. Beriya niha jî bi êrîşa hewayî çend welatparêz û şoreşger hatibûn qetilkirin.

Ev rewşeke nû ye. Weke ku wê taktîka ku li hin qadên bejayî yê Başûr bi cih bibe, hêza leşkerî bi cih bike, gundan bide valakirin, li bajaran terorê bike, bi xebatên kontra welatparêzan qetil bike bi kar bîne, taktîka bertengkirina qadê bi cih bike.

Helbet, ev konsepta dewleta kontra ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv