ZEXTÊN ALMANYAYÊ LI DIJÎ KURDAN
SIYASETVAN Û HUNERMENDEKÎ KURD HATIN BINÇAVKIRIN
Piştî ku wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk serdana Almanya kir, zextên li ser Kurdan jî zêde bûne.
Îro serê sibê li bajarên Almanya Heîlborn û Esslîngenê êrişên li dijî Kurdan hebûn.
Li Heîlbornê siyasetvan Abdullah Ocalan dema ji mala Hevserokê Federasyona Civakên Kurdistanî ya Bayernê derdiket, bi awayekî hovane hat binçavkirin.
Hevserokê FCK’ê Saît Ozturk ragihand, ku polîsên Alman bi awayekî hovane siyasetvan Abdulllah Ocalan kirine binçavan.
Li bajarê Esslîngenê jî hunermend Mazlûm Dora dema ji şaredariyê derdiket bi sedema “fermana girtinê heye” hat binçavkirin.
Hevserokatiya Federasyona Civakên Kurdistanî bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kirin û got, em ê pêvajoya huqûqî bidin destpêkirin.
Dema polîsan bi ser mala Saît Ozturk de girtin, alavên di hundir de belav kirin û zarokên li malê tirsandin.
Ev hewldana krîmînalîzekirina Kurdan e.
Ê divê were girtin Dîktator Erdogan e.