Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Talankirina xwezaya Kurdistanê: Bi sedan gundên navbera Çewlig û Amedê wê di bin avê de bimînin

 

TALANKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
GUNDÊ RIZ Û BI SEDAN GUNDÊN NAVBERA ÇEWLIG Û AMEDÊ WÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN

Ev cihê xweş ê hûn dibînin, gundê Riz ê navça Çewlik Darahênê ye.

Ev gund xwedî dîrokek û mînaka zilmê ya dewleta Tirk e.

Hêzên Tirk cara yekemîn di sala 1915’an de dema qirkirina ermeniyan ev der vala kir.

Cara dûyemîn jî dema serhildana Şêx Seîd vala kir û dûre jî şewitand.

Di salên 90’î de wekî bi hezaran gundên Kurdistanê, gundê Riz jî bû armanca dewleta Tirk.

Hêzên Tirk berê gund vala kir û dûre jî şewitand.

Gundiyên Rizê, di sala 2000’î de vegeriyan gundê xwe û ji nû ve gund şên kir.

Lê ev gund niha jî, bi xetereyeke din rû bi rû ye.

Dewleta Tirk dixwaze li herêmê bendawa HES çê bike û vî gundî di bin de bihêle.

Serokê Parastina mîrasa çandî û xwezayya herêmê Emîn Turhali dibêje bi projeya HES’ê wê tevî Riz gelek gund di bin avê de bimîne û wê xwezaya herêmê jî xera bibe.

Ji gundiyan Asiya Uvat jî wekî gundiyên din li dijî projeya HES bi hêrse û naxwaze gundê xwe biterikîne.

Şerîf Uvat jî, ji nû ve terikandina gund wekî mirinek dibîne û hêrsa xwe tîne ziman.

Abdullah Uzan jî dixawze projeyê HES’ê were betalkirin.

Sadullah Oruk jî li dijî projeya HES’ê bi hêrs e û dibêje ew bendavê naxwazin.

Gundiyên Rizê dibêjin wê bi projeya HES’ê ne tenê gundê wan, ji Çewligê heta Amedê wê bi sedan gund di bin avê de bimînin, wê xwezaya herêmê were talankirin û li dijî wê jî banga hestiyariyê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv