Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Sûriye, nan û demokrasî’

 

SÛRIYE, NAN Û DEMOKRASÎ
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Li Sûriyê nediyariya siyasî û xizanî gel dixin zorê. Şerê li salan belav bûyî, welatekî wêranbûyî û ambargo nahêlin gel bi hêvî li paşroja xwe binêre. Ji bo çareseriya van pirsgirêkên giran bernameyeke rêveberiya Şamê jî nîne. Derdê Şamê xurtkirina rêveberiya navendî û serdestkirina wê li seranserê welat e. Derdê wê yê sereke desthilat e û her tişt vegere berî 2011’an. Dev ji sîstema Beesê ya yekpartî û navendîbûna pir xurt bernade.

Çavkaniyên abor jî ji bo li ser piyamayîna desthilatê tên bikaranîn. Pêkanîna pêdiviyên gel yên sereke û domandina jiyana wî ji bo Şamê ne der de. Bi milyonan mirov nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Ji ber hişkbûna îsal pirsgirêkên debara gel jî giran bûn. Bi bilindbûna nirxê dolar re xizaniya gel jî kûr bû.

Li bakur-rojhilatê Sûriyê rewşa gel ya aborî ji herêmên di binê desthilatiya rejimê de baştir bû. Lê hişkayiyê bandor li van herêman jî kir. Çandinî çavkaniyeke girîng ya xebatê û hatinê bû. Bi paşketina çandiniyê tişteke ku vê telafî bike û qadeke din jî ya kar nîne. Bihayê tiştan bilind, hatina gel kêm dibe.

Ev jî debarê pir zehmet dike.

Rêveberiya Şamê gotûbêj tev rawestandine. Ti kes nikare pirs bike ka wê çavkaniyê hatinê çawa bûn xerckirin û ti kes nikare rexne bike. Yên li derdora rêveberiyê dewlemend dibin û piraniya gel xizantir dibe. Dema hêviya gel nemîne yan wê stûyê xwe ji jiyaneke bi perîşanî re xwar bike, yan wê çavê xwe berde derketina ji welat. Li herêmên bandora Rêveberiya Xweser lê heyî rewş pirtir tê dîtin.
(…)

Rêveberiya Şamê li şûna ku çareyekê ji pirsgirêka aborî re peyda bike dixebite li herêmên rêveberiyên xweser pirsgirêkê kûrtir bike. Ji malê tê van herêman û bacê distîne. Li ser deverên weke Şehba ambargo daniye. Ambargoya derve ne bes e, ser de di hundir de jî ambargoyê datîne. Ev bihayê tiştan girantir dike û gel jî xizantir dibe.

Rêveberiya Şamê destûrê nade ku gel tevlî nîqaşan bibe û agahiyên rast bigire. Ragihandin tev di binê kontrola wê de ye. Destûrê nade ku nêrîneke cuda derkeve. Çawa ku di vê rewşa Sûriyê de ti sûcên wê tinebin wisa tev digere. Her tiştî dixe stûyê hêzên derve û hevkarên wan.
(…)

Li Şamê yên desthilat û derdorên wan tineyî û xizaniyê nas nakin. Gelo bi bêdengkirina gel û berovajîkirina rastiyan dihizirin xwe bigihînin kû? Dawiya vê nîne. Piraniya rejîmên li Rojhilata Navîn ji hev dikevin. Li Tirkiyê Erdogan ku dixebite rêveberiyeke despotîk ava bike niha ber bi rûxînê ve diçe. Bi hilbijartineke normal şansê wî yê serketinê nemaye. Gel alîgirê azadî û demokrasiyê ye. Rêveberiyên navendî nikarin demeke dirêj li ser piyan bimînin.

Ji bo wê bi qasî nan û avê pêdiviya gelê Sûriyê bi azadî û demokrasiyê heye. Divê Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û demokrat bizanin ku dawiya şer û xizaniyê di demokratîkbûnê re derbas dibe. Li hemberî xizanî û gendeliyê têkoşîneke bibandor lazim e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv