Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: ‘Rê didin DAIŞ’ê yan DAIŞ’ê zindî dikin?’

 

RÊ DIDIN DAIŞ’Ê YAN DAIŞ’Ê ZINDÎ DIKIN?
WEYSÎ TALLÎ / WELAT

Di meha dawî de liv û tevgera êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Kurdistan û bi taybetî li herêmên nakok ku weke herêmên madeya 140 tê zanîn, zêde bûne.

Em bi kurtî van êrîşan bînin bîra xwe û vegerin ser mijara xwe ya esas û pêde biçin.

10’ê mijdarê çeteyan li ser ava Zerge ya bajarokê Amirlî ya Xurmato êriş bir ser du welatiyên sivîl ku masî digirtin û 2 welatî qetilkirin.

28’ê mijdarê çeteyan li Kuleco ya Kifrî êrişî çeperên pêşmergeyan kirin û 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

29’ê mijdarê dîsa li Kifrî DAIŞ’ê êriş kir, 3 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Herî dawî 3’yê kanûnê DAIŞ’ê êriş bir ser gundê Xidirce yê navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê. Ji heman malbatê 3 bira qetil kir û dîsa di vê êrîşê de jî herî kêm 10 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 jê pêşmerge û sivîlek birîndar bûn.

Balkêş e ku piştî van êrişan di asta jor a rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê de ji Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî bigire heta Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî, dîsa Wezareta Pêşmerge daxuyanî dan ku ew ê tola sivîl û pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane rakin.

Lê em dizanin ku ev daxuyanî tenê, gotin in.
(…)

Ev êriş bi destê Tirkiye û siyaseta PDK’ê ya li gel dagirkeran pêk tê. Bi van êrîşan, bikin ku rojeva navxwe bidin guhertin û dîsa bala Ewropayê bikişînin ku çekan bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê bigirin. Li ser xwîna pêşmerge û sivîlan bazarê dikin. Çekên Ewropa dane, firotin û li dijî gerîla bikar tînin. Lê dema dibe mijara DAIŞ’ê, direvin.
(…)

Weke her demê dîsa mexdûr sivîlên bê guneh û pêşmergeyên dilsozê welatê xwe bûn.

Di vê mijarê de divê destpêkê civaka Başûr raya giştî ya kurd-kurdistanî ji rastiya bûyer û geşedanên rû didin re baldar bin.

Divê ciwan û her ferdekî kurd li ku dibe bila bibe, li ber dagirkerî, faşîzm; mêtingerî û hevkariyê rabe, daxwaza mafê xwe yê herî rewa û jiyanî bike.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv