Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ENKS dixwaze çi bike?

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
ENKS DIXWAZE ÇI BIKE ?

ENKS, li dijî destkeftiyên Rojava û şoreşê dijminatiyê dike û binê wê dikole. Qaşo bi PYNK’ê re ji bo yekîtiya hêzên kurdî hevdîtinan dike. Lê hefsarê wê di destê hina de ye. Ji ber guhdarîkirina dewleta tirkî û PDKê guhên wê dirêj bûne. Tevlî şerê li dijî DAIŞê nebûn. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ser 11 hezaran re şehîd dan. Hema hema li her bajarî şehîdgeh hene. Lê di van şehîdgehan de ji ENKSê kesek tenê jî nîne. Pirên wan zarokên xwe şandin derveyî Sûriyê. Li hemberî sîstema demokratîk ya li Rojava ava bûyî û destkeftiyên wê bûn xwediyên roleke xerab. Tirkiye û PDKê li derve gerandin û li dijî PKK bi kar anîn. Behsa Stalînîstbûna PKKê ji biyaniyan re kirin û gotin, ew Rojava bi rê ve dibe.

Dibe ku siyaseta ENKSê cuda be, dikare rêveberiyê jî rexne bike. Lê geş û gurkirina gel, bikaranîna pirsgirêkan, li hemberî rêveberiyê bikaranîna zimanê xerabkirinê dikevin beşa dijminatiyê. ENKS her pirsgirêkê bi armanca xerabkirinê bi kar tîne. Li şûna ku ji pirsgirêkan re bibe alîkar û li ser modelên çareseriyê bisekine, di nava hewldana xerabkirinê de ye. Wê ewlekariya vê erdnîgariya fireh û ya welat çawa pêk were? Rêveberiya Xweser li gorî qanûnan ciwan birin leşkeriyê. ENKS li hemberî vê ye jî. Ew bixwe hîç berdêlê nade, xwe naxe xeterê, ciwanan derdixe derve. Pişt re jî tê dibêje, ezê bi PYNKê re hevdîtinê bikim û li ser destkeftiyan rûnim û par ve bikim.

Ev helwest ji heq, edalet û welatparêziyê dûr e. Texmîn dikin eger PYD tine bibe wê Rojava ji wan re bimîne. Kesên bi zik û mejiyê xwe bi derve ve girêdayî ne dikarin azadiya Rojava ne jî destkeftiyên heyîn biparêzin. Enceq bikarin xwe bazar bikin û xulamtiyê bikin. Niha pişta xwe dane hêzên cuda û ji bo yekîtiya Kurdan tevlî hevdîtinan dibin. Lê binê kesên ji bo yekîtiyê dixebitin dikolin. Ji bo xweseriya Rojava gorê dikolin. Eger bi qasî dijminiya PYDê dikin dijminiya dagîrkerên Efrîn û Serê Kaniyê bikiran, wê li Rojava bibûna xwediyên hêz û itibarê. Li hemberî dewleta tirkî û çeteyên wê ku li Efrînê destdirêjiyê li keç û jinên Kurdan dikin, malên wan talan dikin, direvînin û işkence dikin ker, kor û lal in. Newêrin bêjin dagîrker in jî. Lê li hemberî PYD û partiyên Kurdan zimanê wan bostekê dirêj e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv