Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Sedat Peker, Sadat û ÎHH

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
SEDAT PEKER, SADAT Û ÎHH

Îtîrafên Sedat Peker didomin. Lê Peker, her carê heta bi cihekî tê û radiweste. Vêga tenê li derdora Suleyman Soylu û Mehmet Agar digere. Dewletê diparêze. Ji ser Turanîstiyê peyaman dide faşîstên nijadperest. Hurmeta xwe jî her carê ji Erdogan re radigihîne. Bi kurtî, bi hesab û kitêb e.

Tiştê balkêş, hema di her vîdeoyê wî de peyvên li ser Sûriyeyê derbas dibin. Vê mijarê venake. Tenê îşaret dike ku heke ‘daxwazên’ wî neyên cih, ew ê mijara Sûriyeyê jî veke.

Berî ku ew rewşa Sûriyeyê veke, em hinek behsa têkîliyên wî û Sûriyeyê bikin.

Piştî aloziya li Sûriyeyê destpê kir, liv û tevgerên du saziyên ne fermî ya dewletê derketin pêş. Yek ji van SADAT, yên din jî ÎHH bû. Navê SADAT, wek şîrîkeyeke leşkerî; ya ÎHH jî wek weqfeke mirovî, dihatin bîhistin.

SADAT hê di sala 2011’a de çeteyên li bakurê Afrîkayê kişand Sûriyeyê. Di destpêkê de nêzî 4 hezar çeteyên El Nûsra, bi rêya SADAT’ê li derdora Îdlibê hatin bicihkirin. ÎHH’ê ku bi navê Weqfa Alîkariyê ya Însanî tê zanîn jî bi îaşe û pêwîstiyên din a çeteyan re mijûl bûn.

Di sala 2013’an de dema têkiliyên Cemaata Gulen û AKP’ê têk çûn, Erdogan berêve bi Ergenekiyon re lihevhat. Ev lihevhatin di 2015’an de aşkera bû û şerê li dijî kurdan carekî din hat xurtkirin. Bi şîrîkatiya MHP’ê re jî siyaseta dagirkirinê destpê kir.

Sedat Peker ê mirovê dewleta kûr ku berê di doza Ergenekonê de bi destê Cemaata Gulen ew jî hatibû girtin, wan salan têkîliyên xwe bi AKP’ê re aşkera kir. Êdî ew jî di tifaqa şer a AKP û MHP’ê de bû. Li her derê li ser navê AKP û MHP’ê diaxiviya. Di belavkirina ‘tirsê’ de wezîfeya herî mezin ew bi cih dianiya. Ji bilî van di qada Sûriyeyê de jî xebatan dikir. Gelek tirkmenên nijadperest dişand nav çeteyên El Nûsrayê. Di damezrandina komên çeteyên yên nû de, ew jî wezîfe girtibû. Her wiha bi rêya ÎHH jî di amadekirina lojîstîkên çeteyan de jî hin kar û xebata, li ser navê dewleta ne fermî bi cih dianî.

Ev kiryarên qirêj ku bi salan e li çapemeniya azad tên nivîsandin, bi taybetî jî têkîliyên ÎHH û SADAT’ê werin aşkerakirin, ew ê gelek sûcên mirovahiyê ji binê wan derkeve.
Tirsekî Erdogan jî ev e. Riza Zarab, gelek karên qirêj ên ‘qada aboriyê’ aşkera kir. Niha jî Sedat Peker, karên qirêj ên Sûriyeyê, ango yên ‘qada leşkerî’ aşkera bike, ew ê gelek hesab ji nû ve werin dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv