Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Divê rewşa koçberiyê neyê qebûlkirin’

 

DIVÊ KETINA REWŞA KOÇBERIYÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Gelê Kurd di binê êrişeke bi sîstematîk de ye û ev êriş piralî ne. Kurdistan bi sererd û binerdê xwe ve weletakî pir dewlemend e. Lê Kurd li vî welatê dewlemend di nava zor û xizaniyê de ne.

Li Ser Kurdan zordarî û asîmîlasyoneke bênavber heye. Valakirina Kurdistanê ji Kurdan ji ‘Plana Islahkirina Şerqê’ ya 1926’an ve pêk tê. Niha ji her demê pirtir valakirina Kurdistanê di rojevê de ye.
(…)

Dewleta tirk dema li Kurdistanê seferên komkujî, zordariyê dikirin, yên mayîn jî bi darê zorê didan koçberkirin. Koçberkirin jî parçeyek ji komkujî û tinekirinê bû. Lewra digel zordarî û wêrankirinê Kurdan dev ji welatê xwe bernedida. Yên li ser erdê xwe diman di demeke kurt de birînên xwe dikewandin hebûna xwe ya çandî didomandin. Lê yên koçberî Anatolya dibûn asîmîlekirina wan hêsan dibû.
(…)

Dema hin bixwazin gelekî ji holê rakin pêşî divê ji koka wan yanî erdê wan bên qutkirin. Erd çavkaniya afirandina hebûn, çand, tecrûbe û nasnameyê ye. Erd ne parçeyak zevî tenê ye.
(…)

Kurd bi erdê xwe ve girêdayî ne. Ji Osmaniyan heta dema Komarê digel ewqas komkujî û wêrankariyê jî Kurdan dev ji warê xwe berneda. Nereviyan û koçberî qebûl nekirin. Yên ji ber komkujiyan reviyan jî ji bo demekê çûn û ku firset dîtin vegeriyan. Di komkujiya Dêrsim, Şêx Seîd û yên din de yên hatîn koçberkirin, dema qanûna efûyê derket yan derfet dîtin, di cî de vegeriyan ser warê xwe.
(…)

Dibêjin 72 ferman hatine serê Êzîdiyan. Digel van komkujiyan jî Êzîdiyan dev ji warê xwe bernedan. Ji ber wê baweriya xwe, ziman û çanda xwe parastin. Lê niha rewş hatiye guhertin. Bi êrişa DAIŞê re koçberiya Êzîdiyan pir bû. Jixwe ji ber zordariya faşîzma Tirkan gelek Êzidî çûbûn Ewropa. Niha jimara wan ya li Ewropa ji jimara yên li welat mayîn pirtir e. Ji bo Êzdatiyê ev xetera herî mezin e.
(…)

Ji başûrê Kurdistanê bi taybetî ciwan dev ji welat ber didin û direvin Ewropayê. Bêguman di van sedeman de polîtîkya yên Başûr birêve dibin, çavkaniyên wê ji bo gel bi kar naynin û xizanî hene. Lê digel wê divê gel dev ji welatê xwe bernede. Ewropiyan welatên xwe ne ji bo biyaniyan ava kirine. Koçberên diçin jî wê wan di nava sîstema xwe de bihelînin.
(…)

Rojava şoreşek kir. Divê ciwanên Rojava vê şoreşê biparêzin. Em çima li Ewropa li azadî û demokrasiyê digerin? Em çima li welatê xwe ava nakin û pêş naxin? Eger em li welatekî xweş digerin û dixwazin wisa bijîn em welatê xwe xweş bikin.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv