Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kemal Çomanî: ‘PDK çima PKK’ê sûcdar dike?’

 

PDK ÇIMA PKK’Ê SÛCDAR DIKE?
KEMAL ÇOMANÎ / POLÎTÎKA AZAD

Ji bo pirraniya xelkê Kurd ê ku siyasetê nas dike, Dr. Qasimlo serokek bi bandor û hêjayî Kurdan bû li Rojhilatê Kurdistanê. Ew di warê siyasî, leşkerî û dîplomatîk de jî kesekî bi karîzma û bi hêz bû. Gava ku serokatiya PDK—Îranê girt destê xwe, gavên mezin avêtin di nava xebata Kurdan a li Rojhilatê Kuristanê de. Lê belê, PDK a Iraqê û malbata Barzanî her tim dijminatiya Dr. Qasimlo kir û heta niha jî zêde ji wî hêrs û bi qehr in. Rastî ew bû ku Malbata Barzanî li dijî Dr. Qasimlo, alîkariya rejîma Îslamî ya Îranê kir û li ser axa Rojhilatê Kurdistanê li dijî gelê Kurd û PDK-Îranê şerekî qirêj jî meşand.

Çima PDK’ê wisa kir? Ji ber ku malbata Barzanî û PDK’ê ti caran qebûl nakin ku kurdek xwedî proje û hizrekê be û ne li bin bandor û desthilata wan de be. Kesekî ku ne di bin destê wan de, li gorî wan ne Kurd e û nikare Kurdayetiyê jî bike.

Ji ber vê yekê, pirr normal e ku em dibînin, niha malbata Barzanî daye pêşiya arteşa Tirk û li dijî PKK’ê û tevgera Azadiya Kurdistanê lîstikên qirêj datînin.

Qirêjî û rezîlî wan digihîjîne heta bi cihekî ku em dibînin koçberbûna xelkê Başûr ber bi Ewrûpayê jî dixin sitûyê PKK’ê.

De bila em welê qebûl bikin ku PKK sûcdar e di vê mijarê de; gelo Dr. Qasimlo li dijî PDK’ê çi kiribû? Gelo Qasimlo hatibû ser axa Başûr li dijî PDK’ê şer kiribû? Yan PDK’ê li ser axa Rojhilat û bi alîkariya rejîma Îranê li dijî Kurdan şer dikir?

Rastî ew bû ku gelê Rojhilat bi mêraniya xwe rêz û hurmet ji PDK û Barzanî re nîşan da. Lê bersiva wê merxasiyê, bû komkujiya xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û şerê PDK’ê li diji gel û pêşmergeyên Qasimlo.

Ya rastî ew e ku her kesê niştimanperwer û azad, gava ji PDK hez neke, edî PDK wî weke dijmin dibîne. Kî dibe bila bibe, heger nebe
kole ji malbata Barzanî re û di xizmeta acendaya dewletên dagirkerên Kurdistan nebe, ji bo PDK’ê ew dibe dijmin. Mînaka herî ber bi çav di nav malbata Barzanî de, Dr. Eyûb Barzanî ye ku bi xwe pismamê wan e. Ji ber hizir û ramanên wî yên azad, nikare vegere ser ax û zêda xwe ya li Kurdistanê.
(…)

Pirsa me niha ev e, gelo çima 6 milyon xelk bûne qûrbanî di destên qirej ên 2 malbatan de?

Lazim e ku ev pirs bibe sedem ji bo şiyarbûna xelkê. Lazim e ku xelk werin cem hev û dev ji nakokiyan berdin. Heger xelk alîkar be; çareserî ji bo wan girift û arîşeyên civakî û siyasî ne tiştekî bêçare ye. Ev rewş gihîştiye cihekî ku guhertin bûye tiştek teqez. Edî lazim e em li benda guhertinên radikal û teqez bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv