YJA-STAR’Ê LI AVAŞÎNÊ 2 ÇALAKÎ LI DAR XISTIN
HPG: DI ÇALAKIYAN DE 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk parve kirin.
Li gorî daxuyaniyê:
Gerîlayên YJA-Starê li herêma Avaşînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.
18’ê Gulanê gerîlayên jin dagirkerên li qada Dola Konferansê bi çalakiyeke sekvanî kirin hedef.
Li vê derê eskerekî Tirk hat kuştin.
19’ê Gulanê dîsa gerîlayên jin, dagirkerên li qada Dola Maran hewl dan bikevin çeperên şer ên gerîla kirin hedef.
Di çalakiyê de eskerekî Tirk hat kuştin.
ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: ÊRIŞA ARTÊŞA TIRK A LI DIJÎ 2 HEVALÊN ME YÊN LI CÛDÎ NEÇÛ SERÎ
9’ê Gulanê artêşa dewleta Tirk li herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.
13’ê Gulanê 2 gerîla li qada Bilûrvan dema bi erka xwe radibûn, bûn hedefa êrişa balafirên şer.
Her wiha helîkopteran jî heman qad bombe kir.
Tevî êrişan jî her du gerîlayan ev êrişa artêşa Tirk pûç kir, bi sax û silametî gihiştin koma xwe.
15’ê Gulanê artêşa Tirk tevgera xwe bêencam li herêma Cûdî bi dawî kir.
18’ê Gulanê balafirên şer Girê Zendûra yê Metîna bombe kirin.
Di vê êrişê de jî ti zirar li gerîlayan nebû.