Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: Bi saya gerîla, YPG û Êzidiyên berxwedêr, plana qirkirinê neçû serî

 

ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA Û HERÊMÊN BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ
BAYIK: QUTKIRINA AVÊ, RAGIHANDINA ŞER Û SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî mijarên di rojevê de ji televîzyona me re axivî.

Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk qutkirina ava cemê Firatê weke çeka şer bi kar tîne û ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye.

PEYMANA LI DIJÎ ŞENGALÊ
BAYIK: BI SAYA GERÎLA, YPG Û ÊZÎDIYÊN BERXWEDÊR, PLANA QIRKIRINÊ NEÇÛ SERÎ

Li ser peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê û berxwedana civaka Êzîdî jî Cemîl Bayik nirxandin kir.

BANGA CEMÎL BAYIK JI BO ÊZÎDIYAN:
HÛN LI KU BIN, VEGERIN CIH Û WARÊN XWE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bang li civaka Êzidî kir ku vegerin cih û warên xwe.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“ARMANCA PÊNGAVÊ ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ YE”

Mijareke din a ku Cemîl Bayik bi berferihî nirxand pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bû.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku armanca wan a ji pêngavê şikandina tecrîd û xilaskirina gelan a ji faşîzmê ye.

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
BAYIK: BEŞDARÊN ÇALAKIYAN, ÎRADE Û EGÎDIYA GELÊ KURDISTANÊ TEMSÎL DIKIN

Cemîl Bayik çalakiya greva birçîbûnê jî wek berxwedana rûmetê bi nav kir û banga xwedîderketinê li gel kir.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“DIVÊ EM BI HEV RE KURDISTANÊ BIPARÊZIN”

Cemîl Bayik destnîşan kir ku li cîhanê çiqas dewlet û hêzên faşîst hene ji bo qirrkirina kurdan alîkariya rejîma tirk dikin.

Li dijî van êrişên topyekûn ên qirkirinê xwest, Kurd hemû bi hev re Kurdistanê biparêzin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv