Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

YJA Starê ji bo 14’ê Tîrmehê lê da: 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin îmhakirin

Gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

13’ê Tîrmehê saet di 07:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Azad ji du baskan ve çalakiyek hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li 2 kozikên dagirkeran xist. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik hatin îmhakirin. Baskê duyemîn jî li 2 kamerayên mobesse yên li ser gir xist û îmha kir.

Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê ji bo bîranîna ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ li dar xistin, bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.

13’ê Tîrmehê saet di navbera 22:00-00:30’î de helîkopter li ser qada Qaşûra ya li herêma Metînayê geriyan. Bi helîkopterên êrişê derdora gundên Êdinê, Kêste û Hirorê yên nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê hate bombekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Hêzên me yên YJA Starê 1’ê Hezîranê saet di 13:00’î de li qada Tabûra Ereban li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

13’ê Tîrmehê saet di 22:00 de artêşa Tirk a dagirker bi teqemenî û gazên bi jehr êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

14’ê Tîrmehê saet di 09:30’î de artêşa Tirk a dagirker ku nekarî li hemberî hêzên me li Werxelê encamê werbigire, kamera bi kûçikekî ve kir û hewl da bişîne nava tunelên şer. Ev kûçik hate bêbandorkirin.

13’ê Tîrmehê saet di 18:40’î de qada Goşînê ya herêma Xakurkê hate bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv