Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li Şerayê bi dehan xaniyên gundiyan xera kir

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li navçeya Şera ya Efrînê 25 xaniyên gundiyan xera kirin.

Kesekî li gundê Qurtqulaqa ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan nêzî 25 xanî, febrîqeyeke zeytûnê û dikanên li herêmê bi hepçeyan xera kirin.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk û çeteyên wê gef li gundiyan xwarine ku têkildarî xerakirina xaniyan agahiyan nedin. Hate ragihandin ku dewleta Tirk li Efrînê gelek sûc kiriye.

Navê gundiyên ku xaniyên wan hatine xerakirin: Ekrem Tahir, Rifet Şebab, Şêx Menan Hec Mûrad, Berekat Elî Berekat û Henan Ebû Riyad.

Her wiha febrîqeya zeytûnê ya gundiyê bi navê Hec Mûrad hatiye hilweşandin.

Ji dîmenekî ku hate weşandin, tê dîtin bê dagirker xaniyên li gundê Qurtqulaqayê çawa xera dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv