Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YJA-Star: Em ê bi rengê Sara û Semayan şer bikin 06.03.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
YJA-STAR: EM Ê BI RENGÊ SARA Û SEMAYAN ŞER BIKIN

Fermandariya biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YJA-Starê 8ê Adarê di serî de li rêber Abdullah Ocalan û şehîdên doza azadiyê pîroz kir.

Fermandariya YJA-Starê di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana Cenga Heftanînê ya bi pêşengiya gerîlayên jin pêş ketiye:

Gerîlayên YJA-Starê mohra xwe li sala 2020’an xistin.

Bi biryardariya, ‘wê faşîzm were hilweşandin’, em ketine sala 2021’an.

Ji niha ve em dikarin mizgîniyê bidin gelan ku sala 2021’an jî wê bi berxwedaniya jinê azadiyê bîne

Fermandariya biryargeha YJA-Starê vala derxistina êrişa dewleta tirk a bi armanca dagirkirina GARÊ jî bi bîr xist;

Berxwedana gerîla faşîzmê dihejîne û hildiweşîne.

Serketina gerîla ya li Garê li dijî artêşa faşîst, tecewizkar a dijminê jinê, vesazkirina nû ya gerîla nîşan daye.

Bêguman hêza herî mezin ku vê berxwedanê geş dike Rêber Apo ye.

YJA-Star dibêje, bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo wateya 8’ê Adarê zêde bûye:

Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe bingehê artêşbûn û partîbûna jinê afirandiye.

Em gerîlayên YJA-Starê bi rûhê Sema û Sarayan têdikoşin.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
YJA-STAR: ‘LI DIJÎ DIJWARIYA MÊR, HÊZA XWEPARASTINÊ AVABIKIN’

Li dijî qirkirina jinan jî YJA-Star balê dikşîne ser hêza xwe parastinê:

Her ku berxwedêriya jinê û têkoşîna wê ya azadiyê geş û gur dibe dijmin jî êşkence û tecawizan zêdetir dike.

Eşkere ye, li djî tecawizên ku li Kurdistanê bi destê dewletê pêk tên û li Tirkiyê bi aqilê mêr jin têne kuştin, tenê bi rengê xweprastinê mirov dikare bibe bersiv.

Em hêzên YJA Starê li dijî dewleta Tirk a faşîst ku bi faşîzm, dagirkerî, tacîz û tecawizê bersivê dide, ji bo ji holêrakirina vê hişmendiyê em ê têbikoşin.

Em ê bi vî rengî pêngava, ‘Li dijî qirkeriya jinê dema parastina jin û civaka azad e’ ku bi pêşengiya KJK’ê hatiye destpêkirin, pêşwazî bikin.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
NIHA DEMA AZADIYÊ Û AZADKIRINÊ YE

Fermandariya YJA-Starê daxuyakirin ku rêya xwedîderketinê ya li mîrateya jinên berxwedêr, bi azadkirina Rêber Apo pêkan e.

Em hêzên YJA Starê, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, xwedî li giyanê berxwedêr ya 8’ê Adarê derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv