8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI SILÊMANÎ JINAN BI ŞAHIYEKÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIR
Îsal 8’ê Adarê roja jinan a Cîhanê bi rihê berxwedana Garê tê pêşwazîkirin.
Li Başûrê Kurdistanê ev bi rojan e, jin li qadan e..
Jin bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e’ 8’ê Adarê pîroz dikin.
Îro jî li navçeya Berdqareman ya Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê şahiyek hat lidarxistin.
Gelek jin ku li hev civiyan 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin.
Piştî peyaman gelek hunermed û komên şanoyê derketin ser dike û hûnera xwe peşkeş kirin.
Jinan jî, li ber stranan govend gerandin.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI WARGEHA ŞEHÎD RÛSTEM CÛDÎ YA MEXMÛRÊ ŞITLÊN DARAN HATIN ÇANDIN
8’ê Adarê, roja jinan a cîhanê li wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî şahiyekê tê pîrozkirin.
Beriya pîrozbahiyê heta niha li ser wateya rojê gelek semîner hatine lidarxistin.
Her wiha şaredariya wargehê li parka şehîd Zehra Penaber şitlên daran çand.
Hevşaredar Rojbîn Benek ev roj li tevahiya jinan pîroz kir û bang li wan kir ku dakevin qadên berxwedanê..
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI BAJARÊ SÎNE YÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ JINAN 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIR
Her çiqas rejîma Îranê destûra çalakiyên 8’ê Adarê nede jî, jin peyamên xwe didin.
Jinan li bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê wêneyên girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan û jinên gerîla hildan û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî û ‘Bijî Rêber Apo’ berz kirin.