Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Yenî Yaşam xwe gihand agahiyên nû û kuştina Erkmen piştrast kir

 

LI ZINDANÊ KUŞTINA VEDAT ÇEM ERKMEN
YENÎ YAŞAMÊ XWE GIHAND AGAHIYÊN NÛ Û KUŞTINA ERKMEN PIŞTRAST KIR

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F, Hejmar 2 ya Tekîrdagê di 19’ê mehê de îdîa kiribû ku Vedat Çem Erkmenê ji doza PKK’ê întihar kiriye.

Lê tevî malbat û naskiriyên wî, raya giştî jî bawerî îdîayên rêveberiya girtîgehê nekir.

Agahiyên ku rojnameya Yenî Yaşamê bi dest xistine jî, gumanên malbata Erkmen û raya giştî piştrast kir.

Ji Yenî Yaşamê Înan Kilizkaya bi malbatên girtiyên li Tekîrdagê ne axivî û agahiyên balkêş bi dest xistin.

Girtiyên li Zindana Tekîrdagê dimînin axivîne û gotine: Vedat Çem Erkmen di hucreyê de dima. Ji hucreya xwe bang li me dikir û qala êşkenceya sîstematîk kir.

Li gorî girtiyan Vedat Çem Erkmen wiha gotiye: Min di bin şertên pir dijwar de digirin. Êşkenceya sîstematîk dikin. Wê min bikujin û berê xwe bidin hevalên din.

Birayê Erkmen Samî Erkmen jî, bawer dike ku dewleta tirk birayê wî kuştiye û sedema wê jî wiha tîne ziman:

Birayê min ne kesekî wisa bû ku, întihar bike. Dewletê ew kuşt. Ji bo sûcê xwe veşêre jî, bê malbat û parêzeran otopsiya wî kir. Ji ber ku dewletê ew kuşt, otopsiyê jî, ji me vedişêrin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye, di nava meheke dawî de ji zindanên Tirk, cenazeyê Garîbe Gezer, Abdulrezzak Suyur, Halîl Guneş, Îlyas Demîr, Salîh Togrul û Bangîn Muhamed derketin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv