Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li girtîgeha Kiriklarê 8 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne

 

ZILM Û ZORA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
LI GIRTÎGEHA KIRIKLARÊ 8 GIRTÎ DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Desthilata faşîst li zîndanan li dijî girtiyên azadiyê bi awayekî sîstematîk û pîlankirî êrişên xwe didomîne.

Yek ji van zindanan jî zindana Bûca ya Kiriklarê ye.

Li dijî binpêkirinên mafê mirovan û îşkence, tecawiz, tecrîd û mirinê, dîlên azadiyê jî dinava berxwe danê dene.

Li ser zilmûzora li zindanê tê kirin, Îbrahîm Tirkan ji saziya TUHAYDER’a Egeyê re nameyek şand.

Di Nameyê de wiha tê gotin;

“Ez li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê dimînim.

Li vê girtîgehê binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hene.

Ji ber pêkanînên li zindanê, ji 28’ê Mijdarê ve kom bi kom me dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kir.

Li qada maf û hiqûqê ji ber berpirsyariyên me yên civakî me xwest em vê yekê bi we re parve bikin.

Li dijî girtiyên Kurd hewldanek ya tesfiyekirina topyekûn heye.

Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger de wiha hat rêzkirin:

“Sînan Dûrmaz, Onûr Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarsalan û Kenan Yildizbakan.”

ZILM Û ZORA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
NOBETA EDALETÊ YA LI BAROYA AMED Û WANÊ BERDEWAM DIKE

Divê navberê de li Amedê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê mêtîngeriyê li wan biriye qedandine werin berdan, çalakiya nobeta edaletê ya li Baroyê 38 roj li pey xwe hiştin.

Li Wanê jî bi heman armancê li Baroyê çalakiyê 15 roj li pey xwe hiştin.

Tevgera Jinên Azad, meclîsên jinan ên HDP û DBP’ê serdana malbatên girtiyan kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin, ku çavkaniya tevahiya pirsgirêkan tecrîda giran a li dijî Rêber Apo ye.

Û banga mezinkirina berxwedanê hat kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv