XWEZAYA KURDISTANÊ TALAN DIKIN
ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI AVAŞÎNÊ DARAN DIBIRE
Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirinê dimeşîne.
Artêşa ku li dijî berxwedana gerîla nikara pêşve biçe xwezaya Kurdistanê talan dike.
Ji roja destpêkê ve êrişî dar, daristan, hemû zindiyên li Zagrosan dikin.
Artêşa Tirk a dagirker beriya çend mehan darên li Avaşînê birî.
Dema dawî jî dînamîtê dixe binê koka yên mayî û wan îmha dike.
Dîmenê ku ji qada Dola Mara ya Avaşînê hatine bi destxistin, asta talana xwezaya Avaşînê radixe berçavan.