STERK TV XEBATKARÊ XWE ŞÊRGO CELAL BIBÎRANÎ
“WÎ LI PEY XWE BI SEDAN BERNAME, GOTAR Û HELBEST HÎŞTIN”
Rêvebirî û xebatkarên Sterk TV di daxuyaniya xwe de hevalên xwe Şêrgo Celal bibîrnain û ji malbata wî re sersaxî xwestin.
Daxuyaniya Stêrk Tv wiha ye:
“Şêrko Celal Mamêş Koyê di sala 1956’an de li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî jiyaneke hunermendî û pêşmergetî di sala 1982’an çû Fransayê.
Şêrko Celal di sala 2002’an de di Roj Tv’yê de dest bi bernameya Rojbaş Kurdistanê dike. Piştre bernameya Tîşkî Huner amade û pêşkêş dikir.
Di sala 2012’an de jî bernama xwe bi navê Rêjney Reng di Sterk Tv de didomîne. Celal di Stêrk Tv’yê de bi sedan bername amade kir û ji xeynî xebatên medyayê wî li pey xwe gelek ceribandin, gotar û helbest jî hişt.
Em xebatkarên Stêrk Tv’yê ji malbat û dostên hevrê Şêrko Celal re sersaxiyê dixwazin.”