XURMEYÊN HELEBCEYÊ
HIŞKESALÎ BANDOREKE ERÊNÎ LI HILBERÎNA XURMEYAN KIR
Hilberîna xurmeyan.
Li gelek deveran tê zanîn ku xurme tenê li herêma Erebîstana Siûdî tên çandin.
Lê belê xurmeyên bajarê başûrê Kurdistanê Helebce jî navdar in.
Hişkesaliyê hema bêje li hemû berhemên çandiniyê bandoreke neyînî kiriye.
Lê berovajî sûd gihandiye berhemê xurmeyan!
Dara xuermeyê ku salên berê herî zêde 300-400 kîlo xurme digirt, zêdetirî 700 kîlo girtiye.
Lê ji ber ku dereng berhem didin, darên xurmeyan tenê di baxça de hatine çandin.