ŞANOYA BAJÊR A AMEDÊ PERWERDEHIYA ŞANOYÊ DIDE
ŞANOGER YAVÛZ AKKUZU: PÊWÎSTÎ BI JENERASYONEKE NÛ HEYE
Şanoya Bajêr a Amedê, amadekarî dike ku perwerdehiya şanoyê ya bêpere bide.
Atolyeya ku hatiye plankirin, di demeke nêz de bi alîkariya Enstîtuya Goethe de destpê dike.
Ji ber ku kontenjan bisînor e, wê tenê 20 kesên temenê wan di ser 18’an de jê sûdê werbigirin.
Lîstikvanê Şanoya Bajêr Yavûz Akkûzû dibêje; Ji bo şanoya Kurdî, pêwîstî bi jenerasyoneke nû heye.
Ji ber vê yekê jî pêwistî bi atolyeyê dîtine û dest bi perwerdehiya şanoyê dikin