ÊRIŞA HÊZÊN TAYBET ÊN PDK’Ê LI DIJÎ GERÎLA
XELKÊ GERMIYAN: TIRKIYE BI RÊYA PDK’Ê LI DIJÎ KURDAN HEMÛ ŞER DIKE
13’ê kanênû li herêmek navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê hêzên taybet ên PDK’ê êrişî wesayîtek ku tê de gerîla hebûn kir.
Di encama êrişê de 2 jê bi giranî 3 gerîlayên HPG’ê birîndar bûn.
Nerazîbûna li hemberî êrişa hêzên PDK’ê ya ser gerîlayan her ku diçe zêde dibe.
Xelkê Herêma Germiyan derbarê êrişa hêzên PDK’ê ya ser gerîlayan de axivîn.
Koçer Umer got: berpirsên PDK’ê her tim dijî destkeftiyên Kurdan, bi Tirkiyeyê re di nava pîlanan de ne.
Dilêr Ebdulrehman got: Hewldanên PDK’ê yên dijî gerîlayan, hewldanek ne rewa û binketiye.