CÎGIRA HEVSEROKA TEVGERA AZADÎ RONAK MECÎD:
SEDEMA BINGEHÎN A PIRSGIRÊKÊN BAŞÛR TÊKILIYÊN PDK Û TIRKIYÊ NE
Cîgira Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî Ronak Mecîd bi bîr xist ku 29 salin PDK li Başûr serdeste û got:
PDK herêmê şaş rêve dibe û ji ber şaşiyên wê êdî karmend nikarin mûçeyên xwe jî bigirin.
Ronak Mecîd anî ziman ku piraniya gelê Başûr bê kar in, xizanî her ku diçe zêde dibe û wiha axifî;
Piraniya çalakiyan li herêma Silêmaniyê pêk tên. Lê li herêmên lê hêzên Tirk hene û bi taybetî jî hêzên PDK’ê li hemberî çalakvanan êrişên dijwar pêk tînin.
Ronak Mecîd diyar kir ku ciwan pêşengiya çalakiyan dikin û got:
Ciwan ti partiyan naxwazin. 2 daxwazên wan ên wekî bila hukumet îstifa bike û mûçe bên dayin. Lê ji bo encam-girtinê pêwiste ciwan bi rêxistinî tevbigerin.
Cigira Hevserokên Tevgera Azadî Ronak Mecîs êrişên li dijî çalakgeran rexne kirin û got: Bi çek bersiv didin daxwazên mafdar û rewa ên çalakvanan.
Ronak Mecîd yek ji sedema bingehîn a pirsgirêkên Başûr, hevkariya PDK ya bi Tirkiyê re nirxnad û got:
PDK Tirkiye û Erdogan dişopîne. Heta mirov dikare bibêje hukumeta Başûr ji aliyê Tirkiye û Erdogan ve tê rêve dibe. Bi Tirkiyê re peymana 50’î salî îmze kirine, lê ti kes naveroka wê nizane.